• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

Omer Demîr / AW

29 COTMEH 2026 - 10:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Aborînas Emre Şîrîn derbarê krîza fonan de diyar kir ku welat di nav krîz û sosretiyek mezin de ye ku bandorê li tevahiya aboriyê dike û wiha got: “Tê gotin ku meseleya fonan bi 18 milyar dolarî ye. Lê dema tu dinêrî, meseleya borsayê ji pirsgirêka fonan gelekî wêdetir e. Behsa windabûneke ku gihîştiye 150 heta 160 milyar dolarî tê kirin. Dema ku hin kes talanê dikin, hema hema hemû welatî di qada aboriyê de dikevin rewşa windakirinê. Heta ku rewşa siyasî neyê ser rê, hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin.”

Lêpirsîna derbarê krîz û gendeliya fonan de ku piştî nivîsa Dozgeriya Stenbolê ji bo Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) di 19ê Tebaxê de dest pê kir û bi biryara SPKê ya di 17ê Îlonê de ji bo tasfiyekirina 131 fonan derket holê, berdewam dike. Krîza ku di bazara sermayeyê ya Tirkiyeyê de derket holê, bi îdiayên derbarê kirîn û firotina hîseyên hin şîrketan ve girêdayî ye.

Di nav vê krîzê de navê Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî ya berê û Cîgira Serokê Giştî AKPê ya berê Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê wê Îlyas Kaya ket rojevê. Derbarê van her du lêpirsîn hate destpêkirin û îfade dan dozgeriyê. Lê tevî ku tê gotin her du kesan bi 2 milyar lîre ji fonan girtin e.

Fatma Betul Kaya û hevjînê xwe serkêşên gendeliyê ne

Li gorî agahiyan, hevjînên Kaya di Nîsana 2026an de hîseyên Şîrketa Ozata Denîzcîlîkê bi qasî 163 milyon lîre kirî ye û çend meh şûnve ew bi nêzîkî 2 milyar û 170 milyon lîre firotiye. Piştî ku agahî li ser vê qezenca mezin belav bûn, Fatma Betul Sayan Kaya ji erkên xwe yên di nav AKPê de îstifa kir. Di çarçoveya lêpirsînê de, Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê wê wekî gumanbarê vê gendeliyê di rojevê de cih digirin. Di 7ê Cotmeha 2026an de li Dadgeha Çaglayana Stenbolê îfade dan dozgeriyê. Her wiha li gorî agahiyan, ji heft bankeyan re nivîs hatin şandin da ku pereyên di hesabên wan de ji bo hesabekî ku ji aliyê Fona Sîgortiya Mevduatê ya Tasarrufê (TMSF), ve hatiye destnîşankirin, bên şandin. Kaya di daxuyaniyên xwe yên dawî de got ku ji bilî sermayeya xwe ya bingehîn, zêdetirî 2 milyar lîre vegerandiye. Lê belê, divê ev îdia û bersivên wê di çarçoveya belge û encamên fermî yên lêpirsînê de bên nirxandin.

Akin Gurlek derbarê gendeliya fonan de daxuyanî da û diyar kir ku 214 kesan 187,6 milyar lîre qezenc kiriye.

Li aliyekî din krîza fonan tenê bi çend kesan ve ne sînordarkirî ye. Di çarçoveya lêpirsînê ya derbarê gendelî û manîpulasyona bazara sermayeyê de hate ragihandin ku 214 kes û şîrket ji sê fonan bi tevahî 187 milyar û 653 milyon lîre qezenc kirine. Li gorî daxuyaniyên Wezîrê Dadê Akin Gurlek, navên kes û saziyên ku ji van fonan qezenc standine ji Rêveberiya TMSFê re hatine ragihandin. Her wiha, kesên ku di navbera 13 û 16ê Îlonê de ji fonan derketine jî di bin çavdêriyê de ne. Di 21ê Cotmehê de operasyonek hate lidarxistin û di operasyonê de Ertan Aydın, parlamenterê berê yê AKPê Gurol Samî Ozer, cîgirê rêveberê giştî yê Turkiye Sigorta û hin rêveberên payebilind ên sektora sîgorteyê jî hatin girtin. Di lêpirsîna derbarê fonan de heta niha 114 kes hatine girtin.

Aborînas Emre Şîrîn, gendelî û krîza fonan ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Behsa windabûneke zêdetirî 150 milyar dolarî tê kirin’

Emre Şîrîn diyar kir ku di mijara fonan de windabûneke pir mezin heye û wiha got: “Li gorî hesabkirinan, behsa windabûneke zêdetirî 150 milyar dolarî tê kirin. Di rapirsînên dawî yên raya giştî de, dema ku ji gel tê pirsîn; ‘Pirsgirêka herî mezin a aboriyê çi ye?’, gel di rêza yekem de talana borsa û fonan nîşan dide. Enflasyon di rêza duyem de ye. Ev nîşan dide ku gelek kes ji vê rewşê bi bandor dibin. Ev yek tê wê wateyê ku di rojên pêş de deynên mirovan dê zêde bibin û wê mirov di mijara debara xwe de zehmetiyan bikişînin. Ev yek bandoreke mezin li ser aboriyê jî çêdike. Dema ku daxwaz kêm bibe, sektora hilberînê jixwe di nav tengasiyê de ye. Ev tê wê wateyê ku hilberîner dê kêmtir hilberînin. Ev yek bandoreke domîno çêdike. Di krîza fonan de ne tenê welatî, lê şîrket jî pere winda kirine. Çend şîrket di vê mijarê de hene û ew çiqas pere winda kirine, hê ne diyar e.”

‘Çerxa aboriyê li hev nazivire’

Emre Şîrîn destnîşan kir ku hem welatî hem jî şîrket di tengasiyê de ne û wiha got: “Ev rewş dikare bibe sedema ku banka dê di dayîna krediyan de ji welatî û şîrketan re bêtir hişyar bin. Bi vî awayî bazar dê her ku biçe tengtir bibe. Çerxên aboriyê naçin. Dema em li daxuyaniyên fermî yên dewletê û daneyên TUIKê dinêrin, dibînin ku Tirkiye ber bi bêpîşesazîbûnê û kêmbûna hilberînê ve diçe. Aborî her ku diçe zêdetir girêdayî sektora xizmetan dibe. Lê di rewşeke wiha de, heke hûn hilberînin nekin, hûn nikarin enflasyonê têk bibin. Tu li welatekî ku 86 milyon nifûsa wê heye dijî, lê hilberîna wî têrê nake û ew her ku diçe zêdetir girêdayî îthalatê dibe. Ji ber vê yekê, mixabin welat zêdetir girêdayî hawirdekirinê dibe. Gavên şaş ên di warê aboriyê de welat dixe di nava rewşeke xeternak de. Pêdiviya te bi fînansmanê heye, lê tu nikarî veberanînê rasterast peyda bikî. Li hundirê welat jî derdora veberanîn û hilberînê tune ye. Bi vî awayî, tu xwedî aboriyeke ku girêdayî pereyên germ ên ji derve ye, dibî. Ji bo vê yekê çi dibe? Faîzên bilind tên dayîn. Nirxê Borsa Stenbolê hê bêtir dadikeve. Di vê navberê de, veberanînên biçûk û bi mîlyonan kes tên qurbanîkirin. Ji bo ku sermayeya biyanî were welat, heke tu nikarî bi rêya dolarê vê sermayeyê bînî, tu borsayê pêşkêşî wan dikî û faîzên bilind didî. Hilberîn li welat her ku diçe kêm dibe. Dahatên turîzmê û îxracatê kêm dibin. Bazirgan dikanên xwe digirin. Veberhênerên-veberanînên takekesî di bazarê de pereyan winda dikin. Hemû ev di rewşeke ku tê de armanc ew e ku veberhênerê biyanî were welat, pêk tên.”

‘Heta ku rewşa siyasî wiha be, hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin’

Emre Şîrîn anî ziman ku tişta ku Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şimşek wekî bernameya aboriyê pêşkêş dike, di eslê xwe de bernameyeke fînansmanê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bername di eslê xwe de ji bo fînanskirina lêçûnên giştî yên dewletê ye. Tu vê yekê çawa pêk tînî? Ji welatiyan bacên bilind distînî. Dolarê di bin zextê de dihêlî, pereyên germ ji derve tînî û faîzê didî. Bedelê vê yekê welatî didin. Di dawiya rojê de, ev dolar dê dîsa li vir nemîne. Ev aloziya di nava aborî û bazaran de ne tenê ji ber şaşiyên rêveberiya aboriyê çêdibe, di heman demê de ji ber nezelaliya ku di qada siyasî de hatiye afirandin jî çêdibe. Heta ku rewşa siyasî neyê ser rê di vê qadê de tiştek pêk neyê, hûn nikarin tenê bi avêtina gavên rast di warê aboriyê de pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo ku nezelaliya li qada siyasî tê afirandin were veşartin, gavên şaş tên avêtin. Ev yek dibe sedem ku şaşî li pey hev pêk werin. Di encamê de, astên birçîbûn û xizanî zêde dibin. Dema ku sînorê birçîbûnê gihîştiye 40 hezar lîreyan, mûçeya kêmane 28 hezar lîre ye. Ev tablo rewşekê diafirîne ku tê de mirov bi enflasyona zêde, bacên zêde û mûçeyên kêmane her ku diçe bêtir tengasiyê dikişînin. Di bazarê, borsayê û fonan de jî pereyan winda dikin. Em di nav krîz û skandaleke mezin de ne ku bandorê li tevahiya aboriyê û welat dike. Tê gotin ku meseleya fonan bi nirxa 18 milyar dolarî ye. Lê dema tu dinêrî, meseleya borsayê ji pirsgirêka fonan gelekî wêdetir e. Behsa windabûneke ku gihîştiye 150 heta 160 milyar dolarî tê kirin. Ev yek bandoreke cidî li ser aboriyê jî dike. Dema ku hin kes talanê dikin û nirxên sûnî yên bilind çêdibin, hema hema hemû welatî di hemû qadên aboriyê de dikevin rewşa windakirinê û tengasiyê. Em tenê behsa talana fonan nakin. Gelek aliyên din ên serûbinkirina aboriyê hene.”

Etîket: aborînas Emre Şîrînfongendêlîkrîza aborîkrîza fonê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî krîza aborî û sînordarkirina mafên bingehîn daketin kolanan

Li dijî krîza aborî û sînordarkirina mafên bingehîn daketin kolanan

18 COTMEH 2026
Zêdebûna dolar û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Kurdî jî dike

Zêdebûna dolar û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Kurdî jî dike

17 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Bayrakliyê operasyon: 45 kes hatin binçavkirin

Li dijî Şaredariya Bayrakliyê operasyon: 45 kes hatin binçavkirin

6 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Rêveberê Ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Iraqê hate binçavkirin

Rêveberê Ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Iraqê hate binçavkirin

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne