Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pêşwaziyê li şandeya Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê kir û li ser geşedanên di rojevê de axivîn.
Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Aivo Orav û heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir. Serdan li Navenda Gişî ya DEM Partiyê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsiyar Ebrû Gunay pêşwaziya şandeyê kir.
Di hevdîtinê de li ser mijarên weke; têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, zextên li ser muxalefetê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku pêk nayên hatin gotûbêjkirin.













