Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê derbarê kongreya xwe ya ku dê 20ê Kanûnê li dar bixe de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve û ev yek hate gotin: “Em ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê di 20ê Kanûnê de kongreya xwe li dar bixe. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê derbarê kongreyê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin. Li eywanê pankarta “Em ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin” hate vekirin. Daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî ji aliyê endamê Komîsyona Kongreyê Ferdî Yamar ve hate xwendin û daxuyaniya bi Tirkî jî ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Aylîn Hacaloglû ve hate xwendin.

‘Tê armanckirin ku gel bi qeyranên aborî, civakî û siyasî bênefes bê hiştin’
Ferdî Yaman anî ziman ku ew di rojên dîrokî yên krîtîk de derbas dibin û wiha got: “Hem li Tirkiyeyê hem jî li metropolên ku em bi hemû beşên cuda yên civakê re bi hev re lê dijîn, tê armanckirin ku gel bi qeyranên aborî, civakî û siyasî bênefes bê hiştin û bi polîtîkayên tecrîd û înkarê dikin ku siberoja me tarî bikin. Di vê heyamê de ku hewldanek heye ku siyaseta demokratîk tasfiye bike û dengê mixalefeta civakî bibire, weke DEM Partî em hay ji berpirsyariya xwe ya dîrokî hene û em bi vê zanîn û haydariyê li ser vê rêyê dimeşin. Bi vê bawerî û biryardariyê, weke Rêxistina Bajarê Stenbolê ya Partiya DEMê, ji bo lêkirina dîwarê aştiya civakî û demokrasiya radîkal em ber bi kongreya xwe ya Bajarê Stenbolê ve diçin. Em ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin. Ev diruşm hem xala bingehîn a kongreya me ye hem jî soza me ye ji bo civakê; lê ev gotin ne tenê diruşmek e; ew her wiha manîfestoyek e ji bo avakirina pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk ku tekane rêya xilasiyê ye ji bo vî welatî.”
‘Werin em bi hev re rêya aştiyê vekin û civaka demokratîk saz bikin’
Ferdî Yaman diyar kir ku aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk esas e û wiha axivî: “Em pir baş dizanin ku, heta ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk, aştiyane û li ser bingeha muzakereyê neyê çareserkirin, ne mumkin e ku demokrasiyeke mayînde hebe yan refah û kamîraniya civakî pêk bê. Bajarekî wekî Stenbolê ku ji her ziman û nasnameyê bi milyonan kes lê dijîn, em bibiryar in; em ê li vî bajarî dengê aştiyê li hemû kuçe û kolanan belav bikin. Rêxistinbûneke xurt, modeleke jiyana nû. Ev kongre ne tenê guhartina rêveberiyê ye; di heman demê de kongreyek e ji bo lêkirina barîkateke saxlem li dijî faşîzmê, xizaniyê, qirkirina jinan û talankirina xwezayê. Em hemû dînamîkên Stenbolê yên şoreşger, demokrat, welatparêz û aştîhez û her wiha jin, ciwan û kedkaran vedixwînin vê meşa biheybet; werin bibin parçeyekî vê meşê. Werin em bi hev re rêya aştiyê vekin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Em ê Kongreya Bajarê Stenbolê bi wê îradeyê li dar bixin; ew îradeya ku li dijî zextan serê xwe natewîne û li ser rêça “Rêya Sêyemîn” israr dike; em bawer dikin ku ev kongre dê bibe bersiva herî xurt ji bo têkoşîna demokratîkbûyînê ya Tirkiyeyê.”












