Hevserokê SESê yê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs derbarê binpêkirina mafên nexweşan û pirsgirêkên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê de axivî û wiha got: “Hem Wezîrê Tenduristiyê hem jî Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê rasterast berpirsiyar in û divê lezgînî gavên pêwîst biavêjin.”
Li nexweşxaneyên Amedê ji pirsgirêkên amûran bigire heta paqijiyê gelek pirsgirêkên bingehîn hene. Ev yek jî dibe sedemê binpêkirina mafên tenduristiyê yê gel. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubiyê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê beriya çend rojan ji ber barîna baranê li beşa emeliyatxaneyê ya nexweşxaneyê dilop kir û ev bû sedem ku li nexweşxaneyê emeliyat nikarin bên kirin. Li ser vê yekê nexweşên ku divê bilez bihatana emeliyatkirin sewqî nexweşxaneyên din ên Amedê hatin kirin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tendurîstiyê (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs derbarê pirsgirêkên li nexweşxaneyan diqewimin ji ajansa me re axivî.
‘Pêşniyazpirs şandin Meclisê lê hêj bersivek nehatiye dayîn’
Mehmet Nûr Ûlûs bal kişand ser xwegihandina xizmeta tenduristiyê ya li Amedê û wiha got: “Ya ewle û saxlem pirsgirêk û metirsiyên gelekî mezin hene. Amed navendeke serkeftî ye, lê ji bo pêşkêşkirina xizmeteke rast û mirovî, divê hem avahiyên nexweşxaneyan hem jî amûrên wan ên bijîşkî saxlem û bêkêmasî bin. Mixabin ev kêmasî demek dirêj e ku bênavber berdewam dikin. Me weke SESê ev metirsî dîtin û ji bo agahdarkirina raya giştî xebatên berfireh meşandin. Ji bo çareserkirina vê rewşê, me bi riya parlamenteran pêşniyazpirs şandin Meclisa Tirkiyeyê û daxwaza bersivan kir; lê belê heta îro tu bersiveke fermî ji me re nehatiye dayîn.”
‘Bi hinceta tedbîrên teserûfê xebat û restorekirin hatin paşxistin’
Mehet Nur Ûlûs di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Nemaze piştî erdheja 6ê Sibatê me li ser saxlemî û ewlehiya avahiyên Nexweşxaneya Selahattîn Eyubiyê û Nexweşxaneya Zarokan pirs kirin ku ka ev avahî dê di erdhejeke muhtemel de li ber xwe bidin an na. Lê ne Wezîrê Tenduristiyê û ne jî Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê tu bersiv nedan. Ji dewsa çareseriyê, bi hinceta ‘tedbîrên teserufê’ xebat û restorekirin hatin paşxistin.”
‘Wezîrê Tenduristiyê û Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê berpirsyar in’
Mehmet Nur Ûlûs da zanîn ku ji ber barîna barana zêde li Nexweşxaneya Selahattîn Eyubiyê dilopan kiriye û ev agahî dan: “Pêdiviya yekem û bingehîn a li navendên tenduristiyê sterilîzasyon û paqijî ye. Dema karesatek bi vî rengî çêdibe, nexweşxane ji dewsa dermankirinê, bixwe dibe çavkaniya nexweşî û enfeksiyonan. Ji ber vê lehiyê û nebûna ewlehiyê, emeliyatên nexweşan hatin betalkirin. Dema nexweş sewqî nexweşxaneyên din tên kirin jî barê wan nexweşxaneyan girantir dibe û lîsteyên bendewariyê dirêj dibin. Di zanista bijîşkiyê de prensîbeke pîroz heye: ‘Nebe xetere û zirarê nede nexweş.’ Lê biryar û xemsariya heyî rasterast jiyana welatiyan dixe xetereyê. Ji ber vê rewşa krîtîk, hem Wezîrê Tenduristiyê hem jî Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê rasterast berpirsiyar in û divê lezgînî gavên pêwîst bavêjin.”









