Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan ku duh li Amedê jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê bi girseyî hate veşartin
Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a ku duh êvarê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi girseyî hate veşartin. Endam û rêveberên Komeleya Yekîtî, Çand Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û gelek kes tev li merasîma cenaze bûn.
Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn Dayikên Aştiyê darbesta Hatûn Aslanê hilgirtin ser milê xwe û darbesta wê birin cihê gorê û hate veşartin.
Dayika Aştiyê Raziye Işiktaş li vir axivî û wiha got: “Em ji wê razî ne, cemaet jî ji wê razî ye. Bila di nava ronahiyê de be.”
Piştre girseyê li ser gora Hatûn Aslan dua kirin û xatirê xwe jê xwestin.
Ji bo Hatûn Aslan dê li Mala Şînê ya Mizgefta Bal a Odabaşiyê ya li Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezanê şîn bê danîn. Şîn wê sê rojan berdewam bike.
Dayîka Aştiyê Hatûn Aslan ku kurê wê Yilmaz Aslan (Piling) di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû, heta dawiya jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Dayîka Aştiyê Hatûn Aslan di Meclisa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DERa Amedê de demekî dirêj xebat kir.









