Li Atolyeya Hunerê ya Yektayê ji bo serdema nû serlêdanên qeyda muzîkê dest pê kir.
Li Atolyeya Hunerê ya Yekta ku girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê xebatên xwe didomîne, ji bo kesên dixwazin di warê muzîkê de pêş bikevin serdema nû qeydên kursan dest pê kir.
Di atolyeyên werin lidarxistin de wê perwerdeya bingehîn a muzîkê, teoriya muzîkê, xwendin û nivîsandina notayan, solfej, rîtm û perwerdehiya guhdarîkirinê were dayîn. Ji bilî van kursan dê ji bo kesên ku amadekariya ezmûnên konservatuar û beşên muzîkê bikin polên taybet werin vekirin.
Kesên ku dixwazin derbarê kursan de agahiyan bistînin û pêvajoya qeydê temam bikin, dikarin rasterast bi Atolyeya Hunerê ya Yekta re pêwendiyê çêkin.














