Hevserokê MED-TUHAD FEDê Kerem Canpolat têkildarî zext û zordariyên li girtîgehan da zanîn ku heger ku behsa jiyaneke hevpar û aşitiyê bê kirin divê di dest pêkê de ev yek xwe di zindanan de nîşan bide û da zanîn ku dewletê heta niha gaveke berbiçav neavêtiye.”
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku 27ê Sibatê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir nêzî dû salane didome. Ev pêvajoya ku zêdetirî bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dimeşe, di zindanan de li gor derve hêj xwe nedaye nişandan. Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirinan mafan a li dijî girtiyên siyasî hêj berdewam dikin. Li aliyekî li girtîgehan tecrîd, zext û zordarî heye li aliyekî din jî mafên girtiyan tên binpêkirin û bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweş yên giran hene ku li benda dermankirin û berdanê ne.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 28ê Nîsanê de li Amedê eşkere kir, hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van 161 jin û hezar û 251 kes jî mêr in. Li gorî daneyên ÎHDê 230 kes nexweşên giran in û nikarin bi tena serê xwe bijîn. Li gorî daneyên Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) jî 400 girtiyên nexweş hene û ji van rewşa 155 girtiyên nexweş giran e.
Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat têkildarî rewşa girtiyên siyasî û girtîgehan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Her çiqas ji me re gotin em ê çareser bikin jî hêj rewş neguheriye’
Kerem Canpolat da zanîn ku li gorî pêvajoya ku derve tê meşandin, di zindanan de nêzîkbûna îdareyê an jî nêzîkbûna dewletê hêj neguheriye an ku pêvajo hêj di girtîgehan de xwe nedaye nişandan û ev tişt gotin: “Her çiqas ev sal û nîveke pêvajo berdewam dike jî, rewşa girtîgeh û girtiyan de çi guhertin çênebuye. Di pir cihan de îdareya girtîgehê gefan li girtiyan dixwe û di pir cihan de nexweşan naşînin nexweşxaneyê, gardiyan jî bi gotinên xwe gefan li girtiyan dixwin. Di pir cîhan de jî îdare dibêje ku ‘Pêvajoya heyî me eleqedar.’ Li ser van esasan me bi aliyan re hevdîtin pêk anîn. Her çiqas ji me re gotin em ê çareser bikin jî hêj rewş neguheriye û wisa berdewam dike.”
‘Girtiyên siyasî vê nêzîkbûyînê qebûl nakin’

Kerem Canpolat dest nîşan kir ku di zindanên Bakurê Kurdistanê û zindanên Tirkiyeyê de mafên mirovî û xwezayî tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Me dawiyê li Enqereyê dest bi çalakiyekê kir dest pê kê ji me re zehmetî derdixinîn lê em ê çalakiya xwe bidomînin. Me xwest li wê derê dest pê bikin ku nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em mecbûr in nerazîbûna xwe li temamê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan bidin ku bi van tiştan ne qayîlin û qebûl jî nakin. Wekî Federasyona Malbatên Girtiyan jî hêviyeke me heye ku em ê li her qadê xwedî li mafên girtiyan derkevin. Di aliyê nexweşiyê de nebirina bijîşk û nexweşxaneyê heye. Lê dema bibin jî destên wan ji kelepçeyê venakin û dixwazin devê wan bigerin. Ji xwe zanin ku girtiyê siyasî vê nêzîkbûyînê qebûl nakin ji ber wê bi zanebûn van yekan pêk tînin.”
‘Heya niha çi gaveke berbiçav nehatiye avêtin’
Kerem Canpolat anî ziman ku ew van nêzîkatiyan ne tenê bi îdare an jî dozgeriyê ve girêdidin, ev yek polîtîkayeke dewletê ye ku bi salan e pêk tê û wiha domand: “Heger ku behsa biratiyê, jiyanek hevpar û aşitiyê bê kirin divê di dest pê kê de ev yek xwe di zindanan de bide nîşandan. Lê heya niha dewletê û Wezîrê Edaletê tu gaveke berbiçav neavêtine. Em vê yekê şermezar dikin û di pêvajoyêk wiha de van nêzîkatiyan qebul nakin. Di pêşerojê de ji bo çalakiyên demokratîk jî hinekî nîqaşên me hene. Me li Enqereyê dest pê kir û ev çalakî dê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî dest pê bikin.”
‘Ev polîtîkayeke dewletê ye û ji berê ve berdewam dike’
Kerem Canpolat diyar kir ku nîqaşên wan bi heyeta Îmraliyê re li ser van mijaran çêbûne û li ser vê mijarê sekinîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rêya şandeyê jî me dengê xwe gihand wezaretê û nîqaşên me çêbûn. Hevalên 30 ku sal in di girtîgehê de ne û cezayê li wan hatiye birîn xelas bûye û hevalên din jî ku em bibêjin 2 sal, 3 sal in cezayê xwe qedandine, infazên wan tên şewitandin. Ev hevalên ku înfazên wan hatine şewitandin jî ji ber tev li xebatên civakî nebûne. Bi xwe hevalên me ji hucreyên wan dernaxînin û nahêlin ku tev li xebatên civakî bibin û bi xwe jî cezayê ji wan re dibirin. Ev jî polîtîkayeke dewletê ye û ji berê ve berdewam dike. Gelek caran li ser vê mijarê neqebûlkirina me çêbûye û gelek caran jî çalakiyên me çêbûne. Wekî neyartiyê nêzî îradeya Kurdan dibin, em jî qebûl nakin. Hevdîtinên me hene ji bo ku ev tişt pêk neyên. Wezîrê Edaletê ji me nav xwestin lê hêj jî gavavêtineke şênber tuneye.”












