Di danişîna parêzvanê mafê mirovan û parlamenterê berê yê DTPê Akin Bîrdal ku rastî êrişa çekdarî hatibû de, dadgehê derbarê endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi koda ‘Yeşîl’ biryara girtinê da.
Danişîna parêzvanê Mafê Mirovan û parlamenterê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê Amedê Akin Bîrdal ku rastî êrişa çekdarî hatibû li Dadgeha 8emîn a Cezayê Giran a Edliyeya Enqereyê pêk hat. Parêzerê Akin Bîrdal Ozturk Turkdogan di danişînê de amade bû. Dadehê di danişînê de derbarê endamê MÎTê Mahmut Yildirim ê bi koda ‘Yeşîl’ ku êrişa çekdarî plankiribû de biryara girtinê da.
Her wiha danişîn taloqî 16ê Sibata 2027an hat kirin.











