Di danişîna çaremîn a doza rojnameger Hakan Tosûn de cezayê muebedê li du kujeran hate birîn.
Rojnameger Hakan Tosûn di 10ê Cotmeha 2025an de li Esenyûrtê dema diçû mala xwe rastî êrişekî hatibû û di 13ê Cotmeha 2025an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Faîl Abdurrahman Murat û Adnan Şahîn ji sûcê, “Kuştina bi qestî” dihatin darizandin.
Danişîna çaremîn a doza Hakan Tosun li 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê hate lidarxistin. Heyeta dadgehê di dawiya danişînê de bi heman sûcdariyê cezayê muebedê li Abdûrrahman Murat û Adnan Şahîn birî.










