Enqere – Serokkwekîlên DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên dawî yên pêvajoyê, bi çapemeniyê re di taşte de hatin ba hev. Serokwekîlan ji statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heya merhaleya pêvajo gehiştiyê, gelek pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokwekîlên Meclisê yên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulîstan Kiliç Koçyigit li meclise bi rojnamegeran re, di taştê de civiyan. Piştî taştê di serî de Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ew bi gelek krîzan re rû bi rû ne û wiha got: “Berdela van krîzan hemû gelen Tirkiyeyê dide. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê meclis nexşereyeke bide ber xwe. Qanûna çarçoveyî bi dengeke mezin di meclise de derbas bû. Ji bo sepandina qanûn di vê serdema nû ya qanûn danînê de bendewariya me heye.”
Sezaî Temellî jî bi lêv kir ku ew di serdemekê girîng de ne û ev tişt anîn ziman: “Ez hevî dikim dikarin hemû pirsên di heşa wê de bibersivînin.”
Piştî axaftinan rojanemgeran pirsên xwe pirsin û civîna bi rojnamegeran re bi pirs û bersivan berdewam kir. Tekildarî pirsên Rojnamegeran bersivên Gulîstan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temellî wiha ne.
‘Şert û mercên birêz Ocalan bi her awayî dikare bandor li ser pêvajoyê bike’
Gulîstan Kiliç Koçyigit li ser pirsa rojnamegeran a derbarê vegera endamên Tevgera Azadiyê wiha got: “Ji bo sepandina qanûn tespit û teyîta MGKê hewceyê. Ji bo wê takvîmeke diyar kirî di dest me de tune ye. Em hevî dikin qanûn demildest be sepandin. Birêz Cevdet Yilmaz re heyeta me tekildarî xebatên desteyê dan û standin kirin. Her wiha bi Serokê Meclise re jî li meclise.”
Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî şer û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev tişt gotin: “Birêz Ocalan bi awayekî stratejik û bi biryar vê pêvajoyê dinêrê. Şert û mercên birêz Ocalan bi her awayî dikarê bandor li ser pêvajoyê bike. Helbet bi awayekî koordîneyî dest bi xebatan bike dê bandor li ser lêzbûna pêvajoyê bike.”
‘Tecrîda li giravê bi dawî nebuye’
Sezaî Temellî jî bi lêv kir ku gelek beşên civakê û partiyên siyasî dixwazin biçin Girava Îmraliyê û got: “Lê mixabin hê jî di vê derbarê de tu gav nehatinê avetin û tecrîda li giravê bi dawî nebûyê. Hê jî şert û mercên pêwist pêknehatinê. Li meclise qanûnek derket lê em hertiştî nikarin vê qanûnê bar bikin. Ji bo ew qanûn bikevê meriyetê divê wesayeta MGKê be derbas kirin. Ji bo wesayeta MGKê be derbas kirin divê meclis rol bigirê. Bendewariya me ya serekê li meclise û komisyona bê ava kirin ew e. Divê bi qanûnên nû piştgiriya vê qanûna çarçoveyî be kirin û derbasbûna xitimandinan jî bi siyasetê pêkan e. Meclis divê xwe di burokrasiya dewletê de teng neke û bibe zemîneke xurt a meclise.”
‘Divê demildest rojnameger biçin giravê û hevdîtinan bikin’
Gulîstan Kiliç Koçyigit jî destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikarê bi rojnamegeran re hevdîtin bike û fikir û remanên wî bigehejin civakê û got: “Birêz Ocalan jî dixwazê bi rojnamegeran re hevdîtinê bike. Rojnameger bikarin biçin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û fikir û remanên wî rastê rast bigihînin civakê dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike. Ji bo wê jî serîledan bi Wezaretê Dadê re tên kirin. Gelek rojnamegeran jî serîledan kirinê. Divê demildest rojnameger biçin Giravê û hevdîtinê bikarin bikin. Çûyina rojnameger, akademisyen û rewşenbîran li giravê dê baweriya pêvajoyê jî xurt bike.”
Sezaî Temellî diyar kir ku ew dixwazin pêvajoyê ne tenê bi desthilatê re lê bi hemû beşên civakê re bi rê ve bibin û got: “Helbet nerîna me û desthilatê cuda ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd di navenda demokratîkbûyina Tirkiyeyê de cih digirê. Niha em di salvegera komploya navnetewî ya li dijî birêz Ocalan re derbas dibin. Ji bo çareseriyeke mayindê mijara serekê ew pêvajoyê.”
‘Em kirdeya serekê ya demokratîkkirina vê pêvajoyê ne’
Gulîstan Kiliç Koçyigit jî anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik neyê çareser kirin Tirkiye jî nikarê demokratik bibe û got: “Heta niha pirsgirêka Kurd di çarçoveya ewlehiyê de dihat nirxandin. Em jî di mîrateyeke di bin zext û îşkenceyan de tên. Ew zextên ku em dijînê ne nû ne. Lê tenê ferq ew ê; Ji berê ew zext li dijî Kurdan tenê dihat kirin lê niha li dijî hemû civakê tê kirin. Ji bo wê jî em ê heta dawî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi ji destê me were bikin û hemû derfetan bikarbînin. Lê ew ne wê wateyê em ê li dijî operasyona li ser şeredariya Mersînê bêdeng bin. Li dijî neliritiya fonan bêdeng bin. Li dijî qetilkirina jinan bêdeng bin. Em kirdeya serekê ya demokratîkirina vê pêvajoyê ne. Helbet ji bo aştiyê jî bi israriin û ji bo aştî pêk were îradeyeke nişan didin. Em niha di vê pêvajoyê de çi pêşketin dibe em destkêftî dibinin. 2 salin kes jiyana xwe ji dest nade. Ew bi tenê serê xwe jî ji bo me pir girîng e.”
‘Rojeva me ya esasî pêvajoyê hilbijartin di rojeva me de tune ye’
Sezaî Temellî tekildarî hilbijartina Serokkomariyê û guherandina detûra bingehîn jî ev tişt gotin: “Di serî de divê hemû kes dev ji zimanê berê yê “Terorê” berde. Em di pêvajoyeke nû de ne û ew pêvajo pir girîng e. Divê hemû kes ne li gor kodên berê li gor pêvajoyê tevbigerin. Ji bo wê jî di rojeva me de hilbijartin tune ye. Rojeva me ya serekê jî ew pêvajoyê. Ji bo destura bingehîn jî em bi salanê destûreke bingehîn a demokratik diparêzin. Lê heke bejin em ê destûreke bingehîn amade bikin ew jî nabe wê demê bila bang li paşayekî bikin û amade bikin. Divê destura bingehîn bi awayekî demokratik tevlîbûna hemû aliyan û sivîl be amade kirin.”
Gulîstan Kiliç Koçyigit jî tekildarî peyama Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên derbarê hilbijartinan de jî got ku ew ji tîfaqa Serokkomariyê alaqadar dike û ew dê li gor bernameya xwe tevbigerin û ji bo rêveberina welat îddîayên wan hene.”
Pirsa tîfaqan
Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî pirsa hûn dê bi CHPê re tîfaqeke bikin an na jî diyar kir ku hê wan nîqaş nekiriyê dê kîjan partiyê re tîfaq bikin û got: “Em ji bo demokratîkkirina komarê tîfaqeke demokratik ava dikin. Ew tîfaq bi karker, jin, ciwan û pêkhateyên me pêktê. Niha armanca me ew ê ku em vê tîfaqa demokratik mezin bikin û Tirkiyeyê demokratik bikin. Ji bo wê jî di rojeva me de tîfaqek tune ye.”
Sezaî Temellî pirsa tekildarî komisyona li meclise be ava kirin jî ew bersiv da: “Ji hejmera komîsyonê zêdetir îşleva wê girîng e. Heta niha ji aliyê Serokê Meclise ve agahiyek ji me re nehatiyê kirin. Em hevî dikin di demekê herî zû de ew komîsyon tê ava kirin û dest bi xebatan bike.”
Di şert û mercên birêz Ocalan de tu guhertîn tune ye’
Gulîstan Kiliç Koçyigit pirsa derbarê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha bersiv da: “Di şert û mercên birêz Ocalan de tu guherîn tune ye. Xaniyek hatiyê çêkirin lê hê jî rojnameger nikarin biçin û şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan jî pêknehatinê. Birêz Ocalan ku muzakerevanê serekê yê pêvajoyeyê divê şert û mercên birêz Ocalan demildest bên sererastkirin ku bikarê pêvajoyê rêve bibe. Em qala pirsgirêkeke sed salan dikin. Birêz Ocalan bi tenê bangeke pêvajo anî vê merhaleyê. Ji bo wê jî divê em li ser vê yekê bisekinin; Çima heta niha şert û mercên birêz Ocalan nehatinê sererastkirin. Ji bo wê jî em qala şert û mercên kesekî nakin qala şert û mercên pêvajoyeke dikin.”
GulÎstan Kiliç Koçyigit li ser pirsa rojnamegeran anî ziman ku heta qanûn dernekevin kes nikarê vegerê û got: “Ji salên 90î de beriya qanûn derbikevê yên li ewropa vegeriyan hemû kes dizanê çi bi serê wan hat. Ji bo wê divê qanûn derbikevin. Ji bo girtiyên siyasî jî divê qanûna înfazê biguherê. Girtiyên siyasî jî hê jî bi biryarên keyfî nayên berdan û tevî infaza wan qediyayê jî berdana wan tê asteng kirin. Ji bo wê jî divê qanûna înfazê li gor wekheviyê biguherê.”
‘Baweriya civakê ji desthilatê kêm e’
Sezaî Temellî destnîşan kir ku wan bi gelek beşên civakê re hevdîtin kirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak dixwazê êdî pêvajo bigehejê encamê. Dixwazê hemû kes berpirsyariyê bigirê. Helbet rexneyên civakê li dijî me jî hene. Lê rexneyên esasî li dijî desthilatê ne. Ji ber ku desthilatê hê jî gaveke şenber neavetiyê. Di van rojên dawî de civîna MGKê çêbû. Bendewariyeke mezin hebû lê civîna MGKê weke ku li Tirkiyeyê tiştek tune ye çêbû û gotin em dê di 27ê Mijdarê de careke din bicivin. Careke din sepandina qanûn taloqî 2 mehan kirin. Ji bo wê jî baweriya civakê li dijî desthilatê kêm e.”
Gulîstan Kiliç Koçyigit jî diyar kir ku daxwaza civakê ya pêvajoyê heye lê civak ji desthilatê bawer nake û got: “Civak dibêje madem qala çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin çima şert û mercên birêz Ocalan nayê baş kirin. Çima Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş û girtiyên siyasî nayên berdan. Taybet jî çima girtiyên nexweş nayên berdan. Çima mafê zimanê zikmakî bi cih nayê. Zimanê zikmakî rojeva serekê ya civakê ye. Me jî rexne dikin dibêjin hûn çima behtir nayinin rojevê. Lê zêdetir ji desthilatê rexne dikin. Civak ji ber vê rewşe ji desthilatê bawer nake. Ji bo baweriya civakê divê desthilat gav biaveje û bendewariya civakê re bibe bersiv.”
Pirsa derbarê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş
Gulîstan Kiliç Koçyigit pirsa derbarê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî ev tişt got: “Tevî 3 biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş nayên berdan. Ew ji bo qanûnên Tirkiyeyê jî nakokiyeke mezin e. Em çareseriya vê pirsgirêke ji bo Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û girtiyên siyasî jî êdî nekevin girtîgehê dixwazin. Azadiya birêz Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş ne diyariyeke ango xeleteke. Pêkanîna hiqûqeyê.”
Sezaî Temellî jî xwepeşandanên 7ê Cotmehê ya Kobanê bibîrxist û got: “12 sal berê van çaxan me bangek kir. Piştî wê bangê li Rojhilata Navîn guherîneke mezin çêbû. Ew ji bo hemû herême baş bû. Lê tevî vê yekê jî hevalên me hatin ceza kirin û tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan jî hê jî nayên berdan.”
Bikaranîna zimanê DEM Partiyê
Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî rexneya li ser bikaranîna zimanê DEM Partiyê jî destnîşan kir ku ew zimanê desthilatê yê pêvajoyê rexne dikin û got: “Ew pirsgirêk bi awayekî ‘Teror’ nikarê were nirxandin. Ew pirsgirêk ji ber înkareyê. PKKê ne sedemê lê encama vê pirsgirêke ye. Ji bo wê jî divê naskirina ziman û nasnameya û naskirina statuya Kurdan di destura bingehîn de pêk were. Ji bo wê jî bikaranîna zimanê, ‘Terorê’ em rast nabînin û rexne dikin. Zimanekî ku dibêjin, ‘Teslîm bûn, têkçûn’ zerarê dide pêvajoyê. Lê çapemeniya desthilatê jî hê jî dev ji zimanê berê bernedayê. Helbet em ê jî zimanê xwe biguherînin. Lê rexneyên li ser bikaranîn zimanê me ew be, ‘Nasnameya xwe û zimanê xwe înkar bikin’ be ew nayê qebûl kirin lê helbet divê zimanê me behtir berfireh bibe û civakê hembez bike. Em dixwazin Tevgereke Komara Demokratîk ku hemû beşên civakê hembez dike bidin destpêkirin. Em dixwazin Tevgera Civaka Demokratîk bidin destpêkirin. Rexneyên li dijî AKPê jî ji ber pergalê ne. Beriya AKPê jî zext û tundî hebûn. Divê zext û tundî bi tenê AKPê ve neyê xwendin.”
Sezaît Temellî jî tekildarî heman pirsê bi lê kir ku zimanê wan zimanê civakê ye û got: “Zimanê me zimanê jin, baweriyên cuda û karkeran e. Ji bo wê em dê vî zimanî de israr bikin. Em têkoşîneke çînî û nasname nadin lê em dev ji têkoşîna azadiya nasname û çinan jî bernadin. Em tu îradeyê li ser îradeya gel nabînin û napêjirînin. Ji bo wê jî îradeya gel ji benda MGKê nayê hiştin. Pêdiviya me bi bikaranîna zimanekî aştiyê heye.”













