Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku piştî qanûna çarçoveyî li Meclisê hate erêkirin, heta niha tu gavek şênber nehatiye avêtin û wiha got: “Gavek ji hezar gotinan çêtir e. Em li benda gavên şênber in. Divê ew deste-lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike. Êdî dem hatiye ku desthilat dest bi gavên wêrek bike. “
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclise axivî. Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina mavanên civînê kir. Tuncer Bakirhan, Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Berwariya Sêrtê Siddiq Yilmaz (Mamê Sidiq) ku dûh jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê xwest.
Tuncer Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî dibistanan û ji malbatên şagirtên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ji şagirtên birîndar re şîfa xwest û got: “Tenê bi ewlekariyê pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê li dijî tundiyê çareseriyên mayinde û polîtîka bên lipêşxistin.”
‘Divê mexdûrên doza kumpasê bên berdan’
Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku hê jî faîlên qurbaniyên serhildana 6-8ê Cotmehê nehatine dîtin û darizandin û wiha got: “Divê hevalên me yên ji doza kumpasê ya Kobanê hatine girtin bên berdan û bêhiqûqî bi dawî bibe. Girtina hevalên me di vê pêvajoyê de nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de wê bigihîjin azadiy xwe.”

‘Em li benda bersiva desthilatê ne’
Tuncer Bakirhan li ser gendelî û bertîla ku di demen dawî de bûye rojeva Tirkiyeyê jî axivî û ev yek anî ziman: “Ji aliyekî vê welatî nikarin debara xwe bikin û ji aliyê din ve jî hin kes bi gendelî û bertîlê serwetê bi dest dixin. Ev gendelî bi borsa û fonê ve sînorkirî nema. Di furbolê de jî gelek kesan bahis lîstiye. Rizîbûnê bandor li ser futbolê jî kiriye. Desthilat jî weke ku ew ne berpirs e tevdigere. Em jî li vir dipirsin; Yên ku di fonan de pere kişandine kî ne? Gelo wê pereyên Fatma Betul Sayan Kaya bên desteserkirin? Çima daraz hê rayedarên AKPê ku ev gendelî kirine negirtiye binçavan? Wezaretê çima pêşî li vê gendeliyê negirt? Gelo ji bo piştperdeya vê be lêkolînkirin desthilat wê ji peşniyara me ya komîsyonê re çi bibêje? Em li benda bersiva van pirsan in.”
‘Heke aliyeke çekan denye divê aliyê din jî qanûnan derbixe’
Tuncer Bakihan pêdiviya welat li dijî vê gendeliyê û rizîbûnê bi siberojek aramtir û ewletir heye û got: “Deriyê siberojê jî bi vê pêvajoyê tê vekirin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Divê hêviya aştiyê li neyê sekinandin û bendewariya civakê neyê taloqkirin. Qanûna çarçoveyî li Meclisê hate erêkirin û desteyek jî hat avakirin. Êdî em dixwazin xebatên şênber yên van desteyan bibînin. Gavek ji hezaran gotinan çêtir e. Em li benda gavên şênber in. Divê ew deste bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike. Êdî dem hatiye ku desthilat dest bi gavên wêrek bike. Du aliyên aştiyê hene. Heke aliyekî çek berdabe divê ji aliyê din jî qanûn bên derxistin. Heke berpirsyariyek bê xwestin divê zemîna wê ya hiqûqê hebe.”
‘Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk werin’
Tuncer Bakirhan anî ziman ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha pê de çû: “Heke hûn berpirsyariyeke mezin ji birêz Ocalan bixwazin divê hûn şert û mercên wî jî pêk bînin. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were û birêz Ocalan bikaribe bi hemû beşên civakê re danûstandinê bike. Divê Meclis jî dest bi xebatan bike. Divê li tavilê li Meclisê deste bê avakirin û dema pêwîstî çêbû qanûnan çêbike. Weke DEM Partiyê em ji bo berpirsyariyê amade ne.”
Sansura li ser çapemeniyê
Tuncer Bakirhan bal kişand sansura li ser medyayê û wiha axivî: “Hesabê Kurmancî yê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate girtin. Ji aliyê din ve jî malpera T24ê hate girtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîclê û Firatê (DFG) nezî 4 hezar hesab hatine astengkirin. Rojnameger tên girtin û binçavkirin. Yên ku pereyê fonan birine nayên binçavkirin lê rojnameger tên binçavkirin û girtin. Her roj li dijî şeredariyekê operasyon dibe. Her roj jin tên qetilkirin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û cezanekirina faîlan rê li ber kuştina jinan vedike. Divê êdî gavên ku jinan biparêzin bên avêtin.”
‘Astengkirina berdana girtiyên siyasî nayê qebûlkirin’
Tuncer Bakirhan diyar kir ku bi hincetên cuda berdana girtiyên siyasî tê astengkirin û wiha got: “Jinan dûh li ber Girtîgeha Sîncanê li dijî astengkirina berdana jinên girtî daxuyanî dan û dê îro jî li ber Wezareta Dadê bin. Bi awayekî derhiqûqî cezayê giran didin lê dema girtiyên siyasî cezayê xwe diqedînin jî bi hincetên cuda berdana wan tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de astengkirina berdana girtiyên siyasî nayê qebûlkirin. Bi van sepanan baweriya civakê jî qels dikin. Gelo wê civak çawa ji pêvajoyê bawer bike? Bi hezaran kes bi KHKiyan ji kar hatin avêtin. Mirov perîşan kirin. Divê akademîsyenên ku aştiyê parastin, demildest vegerin ser karê xwe û dawî li vê sepanê were anîn. Dibêjin ji bo qanûna çarçoveyî pêdivî bi biryara MGKê heye. Lê ji bo vegera akademîsyenan û şeredariyên li şûna wan qeyim hatine danîn, gelo pêdivî bi MGKê heye? Gavên herî hêsan jî navêjin.”
Talana xwezayê
Tuncer Bakirhan, Şaredariya Gimgimê ku di nav şeredariyên cîhanê de bûbû modela şeredariya yekemîn pîroz kir û got: “Li Gimgimê welatî li dijî talankirina xwezayê nobeta xwe didomînin. Welatiyan doz vekir. Dadgeha Çewligê jî biryar da ku bê lêkolînkirin. Ev jî destkeftina vê berxwedanê ye. Em hêvî dikin dadgeh dê vê talanê rawestîne û welatî dê bi ser bikevin. Heman talan li Akbelenê jî tê kirin. Em ê li dijî talana xwezayê ya Gimgimê û Akbelenê têkoşîna xwe bidomînin.”
Avakirina Tevgera Komara Demokratîk
Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan Tevgera Komara Demokratîk di kongreya partiya xwe de ragihandibû û ev tevger mafê hemû netew û baweriyên li Tirkiyeyê diparêze û wiha got: “Heke baweriyek azad nebe tu bawerî azad nabe. Heke zimanek azad nabe li wir kes azad nabe. Ji bo wê jî em cihêkariyê nakin û mafê hemû kesan diparêzin. Em amadekariya Tevgera Komara Demokratîk dikin. Tevgera Komara Demokratîk tevgera azadîbûnê ye. Tevgera Komara Demokratîk tevgera hemû kesên dixwaze azad û wekhev bijîn e. Deriyê me jî dilê me jî ji hemû kesan re vekirî ye. Em ê li dijî qedexeyan azadiya ramanê, xwerêxistinêkirinê û azadiya derbirînê û li dijî qeyiman jî îradeya gel biparêzin. Em ji gelê xwe bawer dikin û em ê bi ser bikevin.”














