AYMê têkildarî qedexeyên ‘çalakî û xwepêşandanên demokratîk’ ên ku li Wanê di serdema wezîfeya 4 walîyên cuda û 5 salan bênavber dewam kir de, biryara binpêkirina mafan da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê dosyaya ku parêzer Mahmut Kaçan di sala 2021an de serlêdan kiribû, biryar da û qedexeyên ‘çalakî û xwepêşandanên demokratîk’ ên ku Walîtiya Wanê li pey hev 5 salan pêk anîne, weke binpêkirina mafan pênase kir. AYMê da zanîn ku îdareyê bêyî ku xetereyeke berbiçav û qanîker bîne ziman, li şûna ku tevdîrên ewlehiyê yên pêwîst bigire, rasterast serî li rêya qedexekirinê daye.
Biryar vê serê sibê di Rojnameya Fermî de hat ragihandin.













