Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatiye destpêkirin, li dijî Şaredariya Bayrakliyê operasyon pêk hat û 45 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve li dijî Şaredariya Bayrakliyê û saziya girêdayî wê BAYBEL A.Şyê tê meşandin de, serê sibehê operasyon pêk hat.
Di operasyonên hevdem ên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî û Îstîxbaratê yên Rêveberiya Emniyeta Îzmîrê de, ji 48 kesên ku biryara binçavkirinê wan hene, 45 kes ji wan bi îdiaya ‘Ji bo pêkanîna sûc avakirina rêxistinê’, ‘bertîl’ û ‘gendelî’ hatin binçavkirin.
Di nav kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Berê yê Şaredariya Bayrakliyê Serdar Sandal û Seroka Navçeya Bayrakliyê ya CHPê Dîdem Gultekîn jî hene.
Her wiha di nav kesên ku biryara binçavkirinê ji bo wan hatiye derxistin de ji xeynî rêveber û xebatkarên ku berê di şaredarî û şîrketên şaredariyê de xebitîne, rayedar û xwediyên şîrketên cuda jî hene.













