• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

Amed / AW

5 COTMEH 2026 - 12:54
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Encama 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hat eşkerekirin. Nûçegihana ajansa me Sema Gezîcî di Xelata Taybet a Juriyê di beşa wêneyan de hate xelatkirin. 

Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz 2 sal in tê lidarxistin. MKGê encamnameya xelatan eşkere kir û derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

MKGê di daxuyaniyê de wiha got;

“Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em nav û berhemên xelatgirên îsal ên 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz bi raya giştî re parve dikin.

Pêvajoya nirxandina juriyê ya 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan Gurbetellî Ersoz qediya. 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ji bo mezinkirina têkoşîn û lêgerîna rastiyê ya di rojnamegeriya jinan de tê lidarxistin.

Di 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz de xebatên rojnamegeriyê yên têkoşîn û keda jinan derdixe pêş, dibe wesîleya ku rojnamegeriya jinan pêş bikeve û heqîqetê dişopîne, di kategoriyên cuda de xelat hatin dayin. Encama 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz a armanc dike mîrata Gurbetellî Ersoz ji rojnamegeriya jinan re hiştiye zindî bihêle û vê mîrateyê bi têkoşîna rojnamegeriyê ya îro ve girê bide, di encama nirxandinên juriyê de eşkere bû.

Beşa nûçeyên Kurdî

Juriyên beşa nûçeyên Kurdî: Sûna Tûnç, Hatîce Kamer û Leyla Ayaz.

Weke juriya Kurdî ya 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz, piştî nirxandina giştî ya di nava serlêdanên ku hatin kirin de, me nûçeya rojnameger Perêz Remezan a bi navê ‘Çîroka Aske Kerîm: Birîndarek zindî ya karesata Enfalê û hovîtiya li Nugre Selman’ hejayî xelata yekemîn dît.

Ji ber ku;

Nûçe bi zimanekî zelal, herikbar û sade hatiye nivîsandin. Ji nûçeyeke rutîn a dadgehê, nûçeyeke taybet hatiye derxistin. Pira di navbera rojane û dîrokê de bi awayekî hosteyî hatiye destgirtin. Nûçe hem şahida bûyerê ye hem jî şahidiniya dîrokê dike. Di nav nûçeyê de hem rastiya îşkenceyê heye û hem jî lehengî heye. Detayên wekî nav, cih, bûyer û temen nûçeyê vediguherîne belgeyeke dîrokî û hiqûqî. Şopandina danişînê ya heta îro jî nîşaneya lêgerîna bi dehan salan a edaletê ye.

Ev nûçe pîvanên weke, belgekirin, nirxê mirovî, rastiya dîrokî, zelalî û lêgerîna edaletê di nav xwe de dihewîne, ji ber vê yekê me nûçeya Perêz Remezan hejayî xelata yekemîn dît.

Beşa nûçeyên Tirkî

Juriyên beşa nûçeyên Tirkî: Tûgçe Tatarî, Ayşe Guney û Elîf Ekin Saltik.

Di kategoriya nûçeyên Tirkî ya 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetteli Ersoz de, nûçeya Elîf Akgul a bi navê ‘Mirin bi neh teqsîdan: Gihiştina Çekên Bêdestûr a li Tirkiyeyê’ ku di Inside Turkey de hatiye weşandin, xelata yekem wergirt.

Di nirxandina xwe de, endamên juriyê destnîşan kirin ku rêjeya bikaranîna çekan a di kuştinên jinan de tê texmînkirin ji sala 2025an heta niha gihiştiye heta ji sedî 58an û nûçe ji ber eşkerekirina wêrek a xetera mezin a ji ber temînkirina çekan a li ser înternetê ya bi neh teqsîdan û bêyî mekanîzmayên kontrolkirinê, hatiye hilbijartin.

Nûçe, balê dikişîne ser ka daneyên veşartî û nebûna çavdêriyê çawa rasterast mafê jiyanê yê jinan hedef digirin. Ev nûçe wekî nerazîbûnek girîng a li dijî çekan a takekesî hate destnîşankirin.

Xelata Taybet a Juriyê di kategoriya Nûçeyên Tirkî de ji bo Gulistan Gulmuş û Derya Ren, ji bo gotara wan a bi navê ‘Parêzvanê Serokkomar ê Serbest hat Berdan Gef li Jinekê Xwar’ hat dayin. Ev nûçe jî di JINNEWSê de hatiye weşandin.

Endamên juriyê di nirxandina xelatê de diyar kirin ku ew çîroka jinekê ya 14 salan şîdeta sîstematîk a fîzîkî û psîkolojîk lê hatiye kirin, pir bi qîmet dibînin. Her wiha endamên juriyê têkoşîna wê ya mafdar jî bi qîmet dîtin. Ev têkoşîna piştî berdana parêzerê serokkomariyê yê bi şertê kontrola edlî bi qîmet hat dîtin.

Endamên juriyê bi taybetî bal kişandin ser îlankirina weke, ‘Deh Salên Malbat û Serjimarê’ ya hikûmeta AKPê ya salên 2026-2035an. Her wiha juriyan bal kişandin ser gotina girîng a jina tundî lê hatiye kirin a bi vî rengî: ‘Îsal sala malbatê bû, tiştên min jiyan pir berovajî bû, loma min vê sala malbatê pir îronîk jiya.”

Juriyan diyar kirin ku nûçeyê polîtîkayên hikûmetê yên armanc dikin parastina malbatê, digel pratîkên bêcezatiyê veguherînin gef û nakokiyê, eşkere kiriye.

Wêneyê bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ ê ajansa me ku hatiye xelatkirin

Beşa Wêneyan

Juriyên beşa wêneyan: Nişmiye Guler, Laura Domenech û Maryam Ashrafi.

Xelata yekem a di kategoriya wêneyan de ji nûçegihana JINNEWSê Nûdem Mihemed re, ji bo xebata wê ya bi navê ‘Ya venamire’ hat dayîn.

Nirxandina juriyên beşa wêneyan wiha ye:

Wekî juriya Kategoriya Wêneyan a Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz, me îsal xelata yekem da berhema nûçegihana JINNEWSê Nûdem Mihemed a bi navê ‘Ya venamire’. Di vî wêneyî de, em şahidiya xemgînî û hêviyê dikin. Ev yekîtî di wêneyê de bi kompozîsyonek bihêz tê pêşkêşkirin. Hempîşeya me çarçoveyek girtiye dest û ev hem xemgîniya kesane û hem jî bîranînek kolektîf temsîl dike. Em bawer dikin Nûdem Mihemed, ku ev wêne kişandiye, hêjayî vê xelatê ye. Em ji hempîşeya xwe re serkeftinên berdewam dixwazin.”

Xelata Taybet a Juriyê di beşa wêneyan de jî nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezîcî ji ber berhema wê ya bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ hêjayî xelatê hate dîtin.

Nirxandina jurî bi vî rengî ye;

Îsal, me Xelata Taybet a Juriyê di kategoriya wêneyan de da nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezîciyê ji bo xebata wê ya bi navê “Qêrîna Bêdeng”. Wêne, bi zimanê laşê dayikekê, êşa wê vediguherîne îfadeyek berbiçav, êşa windakirinê nîşan dide. Em ji hempîşeya xwe re serkeftinê dixwazin.

Beşa Nûçeyên Vîdeoyî

Juriya Kategoriya Nûçeyên Vîdeo: Solîn Alphan Başegmez, Çîlem Kuçukkeleş û Rojbîn Ekin.

Xelata yekem a di kategoriya Nûçeyên Vîdeoyî de ji bo berhema bi navê ‘Hêviya Vegerê’ ku bi hevbeşî ji hêla rojnamevan Sewsen Eli û Meryem Reşo ve hatiye amadekirin, hat dayîn.

Nirxandina juriyê ya ji bo kategoriya Nûçeyên Vîdeoyî wiha ye:

Sewsen Elî rojnamevanek e ku di sala 2002yan de li Serêkaniyê ji dayik bûye. Dibe ku wê di 9 saliya xwe de dest bi şahidiya şerê Sûriyeyê yê di 2011an de dest pê kir, kiribe. Sewsen Elî di nav şert û mercên şer de pîşeya rojnamegeriyê fêr bû û koçberiya piştî dagirkirina Serêkaniyê di sala 2019an de jî bi xwe tecrûbe kir.

Sewsen Eli ya bi hempîşeya xwe Meryem Reşo re bernameya ‘Hêviya Vegere’ çêdike, jiyana jinên ku neçar mane koç bikin tîne ser ekranên JIN TVyê.

Nûçeya Sewsen Elî me dibe kampên em pir caran ji bîr dikin û jinên di wan kampan de ji bo jiyanê têdikoşin. Zehra Hesen a di nûçeyê de hevpeyvîn pê re hatiye kirin, hîn jî mifteya xaniyê ew neçar maye li Serêkaniyê biterikîne hildigire û maç dike û ev yek konên kampê yên bê mifte tîne bîra me hemûyan; jinên mifteyên wan hene lê nikarin vegerin malên xwe.

Ji vegotina Zehra Hesen, em fêr dibin ew heft sal in hewl dide li vê kampê bijî. Lêbelê, kamp ne qadên jiyanê ne; ew qadên veguhêz in. Ji aliyê din ve, Zehra Hesen heft sal in di qadeke veguhêz de dijî, lê di bingehê de bê cih dijî. Ew di bêrîka xwe de hêviya ew ê rojekê vegere mala xwe ya rastîn û dîsa deriyê xwe veke, hildigire.

Sewsen Eli, bi rêya nûçeya xwe, careke din rastiya jiyana kampê, wêraniya ji ber jiyaneke dirêj ya kampê çêdibe û çîrokên jinên di nav vê hemû wêraniyê de hêviya xwe winda nakin, tîne bîra temaşevanan.”

Xelata Rûmetê

Têkoşîna xelkê Gimgim û Kanîreşê, ji bo parastina xweza, qadên jiyanê û pêşeroja xwe ya li dijî projeyên enerjiya jeotermal, bi mehan e berdewam dike.

Têkoşîna ku di 22yê Çileyê de li Gimgimê dest pê kir, di 3yê Gulanê de bi konê li gundê Xwarik hatibû danîn veguherî nobedariyê û gihîştiye roja xwe ya 155an. Li gundê Licik ê Kanîreşê, 60 roj ji ser berxwedana çalak a li dijî hewldana sondajê ya şîrketê ku di 7ê Tebaxê de dest pê kir, derbas bûn.

Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz ji bo vê têkoşîna kolektîf û rêxistinkirî ya parastina erd, av û qadên jiyanê hat dayîn.”

Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dê di 8ê Cotmehê saet 19.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi merasîmekê bê dayîn.

 

Etîket: 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî ErsozGurbetellî ErsozSema Gezîcî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz didomin

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz didomin

28 TEBAX 2026
Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

9 TÎRMEH 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026
Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

11 HEZÎRAN 2026
Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Naveroka serlêdana pêşbirka Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz eşkere bû

8 HEZÎRAN 2026
Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne