• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‎Nagihan Akarsel li gelek navendan hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

4 COTMEH 2026 - 18:20
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagihan Akarsel di salvegera 4emîn a kuştina xwe de bi pêşengtiya MKG û Akademiya Jineolojiyê ve li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat bibîranîn. ‎

‎Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silemaniyeyê hatibû kuştin di salvegera 4emîn a kuştina xwe de li gelek navendan bi pêşengtiya Komeleya Rojnamgerên Jin ên Mezopotmayayê (MKG) û Jinelojiyê ve hat bibîranîn.

STENBOL

Li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamgerên Ji ên Mezopotmayayê (MKG) û Jinelojiyê ve li avahiya DEM Partiyê ya Bahçelîevlerê ji bo Nagihan Akarsel bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di eywana bîranînê de wêneyên Nagihan Akarsel hate vekirin û find hate pêxistin. Gelek welatî tev li bernameye bû. Di bernameyê de xebatkara Jineolojiyê Turken Ozturk, nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin û aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel axivîn.
‘Tu carî gav ji paş ve neavêt’
Berneme bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Turkan Ozturk diyar kir ku di demên dawî de gelê Kurd gelek hevrêyên xwe winda kir û got: “Me demên dawiyê de gelek bîranîn li dar xist. Her yek wekî Nagihan di nava dilê me de şopên xwe bi cih kirin. Di şexşê Nagihan de li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim. Nagihan di nava navendên bişaftinê de mezin bû û li wir têkoşîn nas kir. Di têkoşîna xwe tu carî gav ji paş ve neavêt. Nagihan li axa Kurdistanê, li welatê xwe bi ixanetê hate kuştin. Xeyala pirtûkxaneya jinan û arşîva jinên Kurd dikir, hevalên wê vê xeyalê pêk anîn.”
‘Em pênûsa Nagihan li erdê nahêlin’
Melîke Aydin jî diyar kir ku kujerên Nagihan nediyar e lê sedema kuştina wê diyar e û wiha axivî: “Dema ku gelê Kurd ji qirkirinê re rû bi rû mabû gelek rojnameger rastiyê nivîsandin. Ew rojnameger jî hatin kuştin. Mêtingerî û mêrperestî dixwest rastiya faşîzmê veşerê lê Nagihan rastiyê li kolanên çar parçeyên Kurdistanê derxist holê. Em deyndarên ji bo kesên ku heqîqetê şehîd ketine ne. Em pênûsa Nagihan li erdê nahêlin.”
‘Wê îtirazî koletî û bênasnametiyê kir’
Sebahat Tuncel jî anî ziman ku ew ê wekî tevgera jinan herdem girêdayî têkoşîna hevrêyên xwe bibin û ev tişt got: “Em ê heqîqeta ku ew dixwestin derxin holê em ê rêwiyên wê rêyê bin. Nagihan li Silemaniyê hate kuştin. Çima hate kuştin? Ji ber ku ew rêwiyê rêya heqîqetê bû. Ew îtirazî koletî û bênasnametiyê kir û kete rêya azadiyê. Ji bo wê têkoşiya.”
Piştî axaftinan bername bi dawî bû.

RIHA

Rojnameger, endama Akademiya Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê hatibû kuştin. Ji aliyê kovara Jineolojî û Komeleya Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê (MKG) li avahiya MEBYA-DERê ya Xelîliyê ya Rihayê hat bibîranîn. Endamên Jineolojiyê, MKGê, Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê tevlî bîraninê bûn.

Li cihê bîranînê wêneyê Nagihan Akarsel ê ku derdora vê bi gulan xemilandî hat danîn û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo hemû cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di destpêka axaftina xwe de xêrxatina hemû beşdaran kir û got: “Ez hemû pakrewanên şehîdên doza azadiyê bi bîr tînim. Nagihan Akarsel ji bo heqîqet derketiya holê têdikoşiya. Li hemberî taritiyê azadiya jina diparast. Heval Nagîhan Akarsel di rêya Apê Mûsayan, Gurbetellî Ersozan meşiya û nehîşt pênûsa wan erde bikeve. Îro bi bi hezaran nagîhan hatine rûyê erdê. Nagihan ji bo jina Kurd, Kurdistanê û Çapemeniya Azad bû nexşerêya heqîqetê. Ew hêzên ku pênûsa Gûrbetellî û Huseyîn Denîzan ditîrsiyan, li Silêmaniyê heval Nagîian kuştin. Divê awayekî kujerên Nagihan Akarsel demildest derxin holê û ronî bikin. Em ê di rêya ku Nagihan ava kiriye de bimeşin.”

Endama Jineolojiyê Rojda Yildiz jî diyar kir hemû jinan dixwest Nagihan Akarsel nasbikin û wiha got: “Çîrokên şehîdan naqedin û pir watedar in. Heval Nagihan her tim di nava lêgerîna çîrokan de bû. Em ê şopdarê çîroka wê bin. Heval Nagihan tişta ku digot jiyan dikir jî. Ji ber vê yekê jî di nava dilê hemû jinan de bû wateyeke mezin.”

Piştî axaftinan helbest hat xwendin û sînevîzyona ku derheqê jiyana Nagihan Akarsel hatibû amadekirin hat nîşandin.

Bername bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

WAN

Bername bîranînê li Eywana ŞonaWanê hat lidarxistin. Heval û hempişeyên Nagihan Akarsel, endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tev li bîranînê bûn.

‎Li cihê bîranînê wêne û pirtûkên Nagihan Akarsel ên bi navê Behna Xaliyê (Kul Kokusu) û Nîsan hatin danîn. Bernameya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre xerhatina beşdaran hat kirin û endama MGKê Zeynep Durgut li ser Nagihan Akerselê fikir û ramanên xwe anî ziman.
‎
‘Ew gelek bandor li ser jinên li çapamameniya azad kir’

‎Zeynep Durgut anî ziman ku ew Nagihan Akarsel re derfeta xebatê nedîtiye lê gelek jê bandor bûye û wiha got: “Ez xebatkara Çapameniya Azad im. Ez ji bo heval Nagihan çi vebêjim kêm e. Ez derfeta pêre bixebitim nedît. Heval Nagihan pir têr û tijî bû. Her lêkolînê li se dikir heval Nagihan derdiket pêşiya min. Wek ronahiyek li ser çapameniye bû. Gelemperî jî ji bo rastiya jinan têdikoşiya. Em wek şopdarên wê xeyalên wê pêk bînin.”

Dûre sînevîzyona ku li ser têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel hat temaşekirin.

‎Piştî sînevîzyonê Koma Aryen ji bo bîranîna Nagihan Akarsel stranan vegot û bîranîn bidawî bû.

AMED

Bi pêşengtiya MKG û Jinelolojiyê Nagihan Akarsel li Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in a Amedê hat bibîranîn. Bernameya bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Beriya axaftinan sînevîzyona ku têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel têde dihat vegotin, hat temaşekirin. Piştî sînevizyonê li endama Akademiya Jineolojiyê Bahar Akdemîr axivî.

Bahar Akdemîr ku di destpêka axaftina xwe de Nagihan Akarsel û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî, bal kişand ser pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Bi banga 27ê Sibatê Rêbertî zemîneke nû ku hebûna gelê Kurd têde tê naskirin, ava kir. Di zemîna siyaseta demokratîk de avakirina aştiyeke birûmet erka me ye. Ji ber vê yekê di avakirina rêya aştiya birumet de sekn û helwesta tevgera jinên Kurd girîng e. Her wiha em ê bi avakirina aştiyeek bi rûmet dê xeyalên şehîdan pêk bînin.”

Bahar Akdemîr destnîşan kir ku Nagihan Akarsel xebatên xwe yên jineolojiyê bi jinên Kurd re sînordar nehişt, jinên cîhanê bi jinolojiyê re anî gel hev û ev tişt anî ziman: “Xeyaleke Nagihan Akarsel a avakirina pirtûkxaneyeke arşîvê hebû ku dixwest di wê pirtûkxaneyê de dîrok û azmûnên siyasî yên jinên Kurd bîne cemhev. Pêşengtiya xebateke bi vî rengî dikir lê ew vekirina vê xebata xwe nedît. Jinên ku mîrateya wê dewr girtin di sala 2023yan de vê pirtûkxaneyê vekirin û niha xebatên pirtûkxaneyê didome. Pêkanîna xeyalên Nagihan Akarsel û hemû şehîdan erka me ya esasî ye.”

Piştre li ser navê MKGê Roza Metîna axivî û ev tişt vegot: “Di şexsê Nagihan Akarsel de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Nagihan ji hêla rojnamegerî û jineolojiyê ve xwedî qebîleyetek mezin bû. Ev her du beşan jî tenê wek xebat nedigirt dest, wek heqîqetek û felsefeyek digirt dest. Em jî wek rêhevalên wê xwedî li têkoşîna wê derkevin û têkoşînê mayînde bikin.”

Bernameya bîranînê bi xwendina helbestên Nagihan Akarser û stranan bi dawî bû.

ÊLIH

Nagihan Akarsel li navçeya Hezo ya Êlihê jî hat bibîranîn. Bîranîna ku di navenda DEM Partiyê yê navçeyê hat lidarxistin de, gelek jin tev li bûn.

Di bernameya bîranînê de Hevseroka DBPê ya Hezoyê Nuran Altan axivî û ev tişt anî ziman: “Nagihan Akarsel heta dawiya emrê xwe ji bo derxistin heqîqeta azadiya jin, dîroka jin û dengê jinan gelek ked da. Derveyê rojnamegeriyê girîngî da xebatên din a jinan jî. Li Silêmeniyê Akademiya Jineolojiyê ava kir. Projeya Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê amade kir. Bi kamera, penûs û xebatên xwe dîroka jinan ronî kir.”

Bîranîn bi xwendina helbest û pêşandana sînevizyonê bi dawî bû.

MÊRDÎN

Bernameya bîranîna li Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê pêk hat. Di bîranînê de aktîvîsta TJAyê Semîre Demîrel Kut axivî û wiha got: “Heval Nagihan her tim li dû edalet û heqîqetê çû û jiyana xwe li van tiştan ava kir. Li ser vê esasê em ê heta dawiyê li ser heqîqeta ku ew ji bo me hiştî, bimeşin.”

Bîranîn bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

ŞIRNEX

Nagihan Akarsel li navçeya Silopya ya Şirnexê jî hat bibîranîn. Bîranîna ku li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de hevseroka MEBYA-DERê ya Şirnexê Esmer Çikmaz axivî û diyar kir ku tevî ku 4 sal li ser şehadeta Nagihan Akarsel derbas bûye hê jî ew ji bo wan nemir e û wiha got: “Bi hezaran jin li ser rêya wê dimeşin û dê teqez xeyalên wê pêk bînin.”

Piştre aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan axivî û ev tişt anî ziman: “Heval Nagihan li çar parçeyên Kurdistanê xebat da meşandin. Dema em li dîrokê dinêrin di nav tevgera azadiyê de gelek jin cihê xwe girtine û li dijî zihniyeta ku dixwest jinan tune bikin têdikoşin. Di vê têkoşînê de jin ji bo du nasnameyan şer kir. Hem ji bo nasnameya jin hem jî ji bo nasnameya Kurdbûnê jinên Kurd têkoşiyan. Di rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re vekirî de wek Nagihan bi hezaran jin meşiyan.”

Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ û pêşendana sînevîzyonê bidawî bû.

Her wiha Nagihan Akarsel li Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê jî ji aliyê jinan ve bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat bibîranîn.

Etîket: Akademiya JineolojiyêNagihan Akarsel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

4 COTMEH 2026
DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
Nagîhan Akarsel dê li Rihayê were bibîranîn

Nagîhan Akarsel dê li Rihayê were bibîranîn

3 COTMEH 2026
Akademiya Jineolojiyê fîlmê “Jinwar” da temaşekirin

Akademiya Jineolojiyê fîlmê “Jinwar” da temaşekirin

2 ADAR 2026
Bi balafirên şer rojnamegerekî din kuştin

Bi balafirên şer rojnamegerekî din kuştin

15 SIBAT 2025
Jinên nivîskar pirtûka Nagihan Akarsel îmze kirin 

Jinên nivîskar pirtûka Nagihan Akarsel îmze kirin 

10 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne