• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

3 COTMEH 2026 - 16:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê bi daxuyaniyek Mam Celal Talebanî bi bîr anî û wiha got: ‘‘Serok Mam Celal Talebanî wekî rewşenbîr, şoreşger, pêşmerge, fermandar û siyasetmedarekî jêhatî yê Kurd, mora xwe li dîroka zêdetirî 50 salan a xebat û têkoşîna ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xistiye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), bi boneya salvegera koça dawî ya damezranerê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û yekemîn serokkomarê Kurd ê Iraqê Mam Celal Talebanî, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCKê wiha ye:

“Îro 9 sal li ser koça dawî ya Serok Mam Celal Talebanî re derbas dibin ku ew damezrênerê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û yekemîn serokkomarê Kurd ê Komara Federal a Iraqê bû.

Serok Mam Celal Talebanî wekî rewşenbîr, şoreşger, pêşmerge, fermandar û siyasetmedarekî jêhatî yê Kurd, mora xwe li dîroka zêdetirî 50 salan a xebat û têkoşîna ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xist. Di gelek qonaxên têkoşîna neteweyî û siyasî de destkeftiyên mezin ji bo gelê Kurd mîsoger kirin. Xebat û têkoşîna Mam Celal a di oxira azadiya Kurd û Kurdistanê de tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînorndar nema; her demê ku hewcedarî çêbû bû piştgirî û beşdarê xebata çekdarî ya parçeyên din ên Kurdistanê û her dema ku hewce bû, bû pêşengê çareserî û aştiyê ya di qada siyasî û dîplomasiyê de.

Serok Mam Celal Talebanî di xebat û têkoşîna ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd de roleke girîng lîst. Ji vî alî ve hevaltî û dostaniya nêzîk a di navbera Mamoste Îbrahîm Ehmed, Rêber Apo û Serok Mam Celal de, bû hewla herî mezin a ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd û avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê berhema vê hevaltî û dostaniyê bû.

Ji bo çareserkirina pirsa Kurd roleke girîng lîst

Serok Mam Celal bi taybetî di hewldanên ji bo çareserkirina pirsa Kurd a li parçeyên din ên Kurdistanê de roleke berçav lîst; bi taybetî navbeynkariya wî ya di navbera Rêber Abdullah Ocalan û serokkomarê wê demê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal de, bû destpêka pêvajoyeke diyalogê di navbera Rêber Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de. Tevî ku Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî dewleta Tirkiyeyê hate kirin jî, Serok Mam Celal di van hewldanên xwe de her berdewam bû. Bi taybetî Serok Mam Celal beriya ku di sala 2012yan de nexweş bikeve, bi hevkarî û şêwirîna ligel çend kesayetiyên birêz ên Başûrê Kurdistanê û kesayetiyên navdar ên cîhanê, mijûlî amadekirina kongreyekê bû da ku ji bo azadiya Rêber Ocalan projeyekê bi navê “Projeya Mandela” bide destpêkirin.

Îro ku piştî 33 salan careke din di navbera dewleta Tirkiye û Rêber Apo de diyalog heye û pêvajoya aştî û civaka demokratîk destpê kiriye, ji bo serxistina pêvajoyê ji her demê bêtir pêdivî bi jêhatîbûn û ezmûna Serok Mam Celal heye. Ji ber vê yekê, têkoşîna di oxira yekitiya demokratîk a gelê Kurdistanê, azadiya Rêber Ocalan û her wiha çareseriya demokratîk a pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê de, di heman demê de xwedîderketina li mîrasa têkoşîna Serok Mam Celal û pêkanîna wan xewn û daxwazane ku wî di oxira wan de têkoşîn dimeşand.

Di 9emîn salvegera koça dawî de, em li hemberî bîranîna Serok Mam Celal serê xwe bi rêz û hurmet ditewînin; em peyman û sonda xwe nû dikin ku di têkoşîna azadîxwaziya Kurdistanê de, em ê xwedî li mîrasê neteweyî, armancên wî yên aştîxwazî û azadîxwaziyê derkevin.”

Etîket: Celal TalebanîKCKMam Celal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026
KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne