• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Stenbol / AW

3 COTMEH 2026 - 12:40
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1123yemîn de li kujerên Îbrahîm Gundem ku di sala 1991yan de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn û wiha gotin: “Di şeva 25ê Îlona sala 1991an de komekî leşker ku bi fermandariya wan Kenan Şahîn dikir avêt li ser mala malbata Gundem û Îbrahîn Gundem binçav kir. Bavê 9 zarokan Îbrahîm Gundem li ber çavê malbata xwe hate binçavkirin lê dewlet ev 35 sal e aqûbeta wî dernexist holê.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1123yemîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku beriya 35 salan hatibbû windakirin, pirsin.

Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniyê xwendin.

‘Divê dewlet aqûbeta Îbrahîm Gundem aşkere bike’

Gulseren Yolerî anî ziman ku ew ev 35 sal e dipirsin Îbrahîm Gundem li ku ye û wiha got: “Em wekî xizmên windayan li Qada Galatasarayê heta Koşûyolûya Amedê ji wir Kolana Gulistana Êlihê û heta Kolana Çandê ya Geverê heman pirsê dipirsin; faîl diyar in, windayên me li ku ne? Îbrahîm Gundem 39 salî bû û li Gundê Qenderhelê girêdayî navçeya Hezroya Amedê dijiya. Di şeva 25ê Îlona sala 1991an de komekî leşker ku bi fermandariya wan Kenan Şahîn dikir avêt li ser malbata Gundem û Îbrahîn Gundem binçav kir. Ji bavê Îbrahîm Gundem re jî hate gotin ’em ê wî sibe berdin.’ Malbat paşê çû qerekolê ji wan re hate gotin Îbrahîm nehatiye binçavkirin. Malbat li dijî vê serî Dozgeriya Komarê ya Hezroyê da. Malbat çû Walîtiya Amedê û Fermandariya Cendermeyan lê tu agahî ki kurê xwe bi dest nexistin. Bavê 9 zarokan Îbrahîm Gundem li ber çavê malbata xwe hate binçavkirin lê dewlet ev 35 sal e aqûbeta wî dernexist holê. Li dijî zextên leşkeran malbat di 15ê Sibata 1993yan de koçî navenda Amedê kir. Dayik Meryem Gundem û bav Mehmet Gundem dest bi lêgerîna kurê xwe bernedan lê her du jî hê aqûbeta kurê xwe nedîtin jiyana xwe ji dest dan. Divê dewlet aqûbeta Îbrahîm Gundem aşkere bike.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeÎbrahîm GundemXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

21 MIJDAR 2026
Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

14 MIJDAR 2026
Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

14 MIJDAR 2026
Gelo 10 kes dikarin li aqûbeta windayan bipirsin?

Gelo 10 kes dikarin li aqûbeta windayan bipirsin?

11 MIJDAR 2026
Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

7 MIJDAR 2026
Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

7 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne