Nobeta dijî projeya JESê ya li navçeya Gimgimê ku tê plankirin bê çêkirin, di roja 152an de berdewam kir.
Nobeda ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şirketa bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. ku navenda wê li Amerîkayê ye ve tê plankirini li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome. Nobet di roja 152emîn de didome bi biryardarî berdewam dike.
Di nobetê de pankarta bi nivîsa “Gelê Gimgimê Santrala Jeotermalê naxwaze; destê xwe nede av û axa min” hat daliqandin.
Nobeta îro ji aliyê welatiyên taxa Kultur a Gimgimê ve dewr hate girtin.













