Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ragihand ku ew ê li dijî kuştinên jinan her roja Sêşemê li pêşiya Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” bidin destpêkirin.
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li avahiya Komeleya Jinan a Rosayê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê deklarasyona “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” ku ew ê li dijî zêdebûna kuştinên jinan bidin destpêkirin, aşkere kir. “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” ku bi armanca xuyakirina lêgerîna edaletê ya jinan tê lidarxistin wê di 6ê Cotmeha 2026an de roja Sêşemê saet di 12:30an de li pêşiya Edliyeya Amedê dest pê bike û dê deh hefteyan her Sêşemê li heman cihî û di heman saetê de bidome.
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlhan li ser navê jinan axivî. Îrem Îlhan diyar kir ku kuştina jinan bi gotina “gumanbar” di tariyê de tên hiştin û got: “Rojên ku sê çar jin jiyana xwe ji dest didin, wekî nûçeyên ji hev qut deynin pêşiya me. Lê belê em dizanin ku; beden, hest, bîr, daxwaz, ked, jiyan û rastiyên jinan ango di rastiyê de hebûna wan bi awayê sîstematîk ji aliyê sîstema serdest a mêr ve tê armancgirtin. Navê vê yekê qirkirina jinan e! Ev şerekî li dijî jinan e! Qirkirina jinan di nava têkiliya sîstema dewletê ya baviksalar, hişmendiya mîlîtarîst a netewe-dewletê, polîtîkayên ewlehiyê yên neteweperest û mêraniyê de pêk tê.”
‘Mirinên jinan wekî ‘xwekujî’ tên qebûlkirin’
Îrem Îlhan diyar kir ku di rewşên ku sedema mirinê ne diyar de mirinên jinan wekî “xwekujî” an jî “qeza” tên qebûlkirin û lêpirsîneke baş nayê meşandin û destnîşan kir ku nepirsîna cihê bûyerê, delîlên edlî, delîlên dîjîtal û çîroka tundiyê ya berê wekî ku tê xwestin, tê wateya veşartina rastiyan. Îrem Îlhan diyar kir ku nemeşandina lêpirsîneke bibandor û polîtîkayên necezakirinê, gumanê ji rewşeke ku divê were rakirin diguhere û bêewlehiya demkî vediguhere bêsûciya mayînde. Îrem Îlhan bal kişand ser pêvajoyên darizandinê û mirinên “jinên bi guman” ên li bajarên Kurdistanê jî nirxand.
Daxwaz
Îrem Îlhan daxwazên têkildarî mijarên ku li dijî wan derketin wiha rêz kir:
“Tundiya li ser jinan divê wekî binpêkiriineke mafê mirovî ya sîstematîk ku encama cudakariya li ser zayendî û kontrola civakî ya li ser jinan e, were girtin. Divê ji nû ve bibin aliyê Peymana Stenbolê; nêzîkatiya wekheviya zayenda civakî ya ku CEDAW û darizandinên DMMEyê ferz dikin, ji bo hemû saziyên giştî divê bibe mecbûrî.
Pêkanîna Qanûna hejmara 6284 divê li seranserê welêt bigihîje sîstema nirxandina rîskê ya bi biryar. Gefa mirinê, hebûna çekan, pêvajoya veqetandinê an berdanê, şopandina biisrara, binpêkirina tedbîrê, gefên li ser zarokan û tundiya berê divê wekî nîşaneya rîska bilind werin qebûlkirin. Divê were şopandin ku biryarên tedbîrê tên bicihanîn an na; di dema binpêkirinê de girtina bi zorê bê bipaşxistin divê were bicihanîn; di dosyayên rîska wan bilind de şopandina elektronîkî û destdanîna ser çeka kujer mecbûrî be.
Di her bûyerê de ku jin tevî serlêdanên xwe yên berê jî hatibe kuştin, divê ji bo berpirsiyariya peywîrdarên cemaweriyê bi awayekî resen û serbixwe lêpirsîn were destpêkirin. Divê bê derxistin holê ku saziyan kîjan agahî di kîjan demê de stendine û tevî vê yekê çima tedbîr nestendine.
Ji bo mirinên jinan ên bi guman divê protokola lêpirsînê ya ku wekheviya zayenda civakî û azadiyê esas digire, mecbûrî ye were avakirin. Di bûyerên ketina ji bilindahiyê, xeniqandin, mirina bi çekan, jehrî bûn û mirina piştî windabûnê de divê dosya bêyî ku îhtimalên cinayetê û îhtîmala ber bi xwekujiyê ve bi awayekî bi bandor were lêkolînkirin, neyê girtin.
Di dozên qetlîamên jinan de çalakiya kujer divê ne tenê bi ser dema mirinê re, di heman demê de bi çerxa tundiyê ya berê re bi hev re were nirxandin. Gef, şopandin, peydakirina çekan, binpêkirina biryara dûrxistinê û şopandina tevgerên jinê divê ji aliyê plansaziyê ve wekî delîl werin girtin. Divê dawî li mijara darizandina tarzê jina ku hatiye qetilkirin were.
Di dosyayên ku kujer leşker, polîs, çawişên pispor, cerdevan û peywîrdarekî din ê cemaweriyê tê de divê temînatên taybet ku serbixweyiya lêpirsînê misoger bikin, werin avakirin. Unîforma divê nebe zirxeke bêsûciyê. Daxwazên tevlibûna dozan ên rêxistinên jinan, baroyan û rêxistinên mafan divê neyên redkirin. Divê dawî li tundiya darazî ya li ser parêzvanên mafên jinan were anîn.
‘Em edaletê dixwazin’
Îrem Îlhan bal kişand ser nobeda ku wê bi armanca bidestxistina edaletê û avakirina bîrê were kirin û got: “Em edaletê dixwazin! Ji ber ku jin pir caran di dema ku tundiya lê hatiye kirin ragihandine, ji bo parastinê serî lê dane, gotine ku tên tehdîtkirin hatine kuştin. Ji ber ku di mirinên bi guman de bêyî ku rastî derkeve holê dosya dikarin werin girtin; di darizandinan de li şûna tundiya berê ya kujer, jiyana jina ku hatiye qetilkirin tê nîqaşkirin. Daxwaza me ya edaletê ne tenê cezayê kujer e. Em dixwazin ku saziyên ku jinan naparêzin, ên ku lêpirsîneke bi bandor venakin û ên ku bêsûciyê mumkun dikin jî hesab bidin. Mafê jiyanê yê jinan nikare ji biryareke ku piştî mirinê were avakirin re were hiştin. Em dixwazin bîrê ava bikin! Ji ber ku qirkirina jinan bi veguherandina bi hejmaran, dûrxistina jinên ku hatine qetilkirin ji navên wan, gotinên wan û ji jiyana ku dixwazin ava bikin jî didome. Em ê her hefte çîroka jinên ku hatine qetilkirin vebêjin. Em ê bîr bînin kî bû, çawa dixwest bijî, li dijî kîjan tundiyê derket û kîjan pirs hîn jî bêbersiv hatine hiştin. Em ê rastiya jinan bi hev re hilgirin; em ê ne navên wan û ne jî daxwazên wan ên edaletê nedin jibîrkirin. Em ê hem edaletê û hem jî rastiyê bi hev re biafirînin.”
Bangawaziya tevlibûna nobetê
Îrem Îlhan banga beşdariyê li her kesî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 6ê Cotmeha 2026an de roja Sêşemê saet di 12.30an de li pêşiya edliyeyê em dest bi ‘Nobeda Jin, Edalet û Bîrê’ dikin. Em ê di nava deh hefteyan de her Sêşemê li heman cihî û di heman saetê de em ê nobetê bigirin. Em ê her hefte çîroka jinan vebêjin, em ê wan bi bîr bînin, em ê lêgerîna edaletê ya jinan bi hev re xuya bikin. Em jinan, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûq û mafan, saziyên demokratîk û her kesên ku xwedî li jiyanê derdikeve vedixwînin nobeda xwe. Em ê jinên ku hatine qetilkirin ji bîr nekin. Em ê mirinên bi guman di tariyê de nehêlin. Em ê li dijî qirkirina jinan rastiyê, edaletê û jiyana azad bi hev re biparêzin.”













