Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî, Cehfer Husênî ragihand ku eniya wan pabendê tu lihevkirin an jî biryarên ji aliyê hikûmet yan jî aliyên siyasî ve were dayîn, nîne. Her wisa got ewê bi tu awayî çekan radest nekin.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê (Meqawemeya Îslamî) Cehfer Husênî helwesta tevgera xwe têkildarî pêngavên rêxistinkirina çekan û vekişîna Hevpeymaniya Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Zêdetirî 40 rojane, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi komîteyeke Çarçoveya Hemahengî ya ji çar endaman pêk tê re di danûstandinan de ye da ku li ser pêvajoya jinûve rêxistinkirina çekan di berdêla bidestxistina serweriya tevahî û berfireh li Iraqê nîqaş bike. Ku ev yek vekişîna hêzên Amerîkî û NATOyê û hemû şêweyên hebûna leşkerî ya biyanî li Iraqê (bejahî, hewayî û deryayî) vedihewîne, bi şertê ku Berxwedana Îslamî mafê wê hebe ku rasterast bersivê bide her binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Amerîka yan Îsraîlê ve.
Tevî ku peyman ji aliyê Komîteya Çarçoveya Hemahengiyê ya ji çar yekîneyan û Partiyên Berxwedanê ve hat îmzekirin jî, lê dîsa jî me ji hikûmeta Iraqê tu bersivek negirtiye.
Çekên Tevgera Berxwedana Îslamî hîn jî di destê çekdarên me de ne. Her wekî her demê, em ê bi her dijminekî ku Iraq û gelê wê hedef digire re têbikoşîn. Di heman demê de deriyên me ji bo her diyalogê vekirî dimînin ku serwerî, serbilindî, azadiya Iraqê ji serdestiya şer, sûc û zilmê ya Amerîkayê garantî dike.”
Ev jî di demekê de ye ku Hevpeymaniya Navnetewî îro vekişîna xwe ji Iraqê ragihand. Îro, roja dawî ya ji bo jinûve rêxistinkirina çekan di destê dewletê de, ji bo Hezîrana sala 2027’an hat paşxistin.













