Malper û hesabên medyaya dijîtal a T24ê li ser daxwaza Wezareta Dadê û biryara 1emîn Dadgeriya Sûlhê ya Stenbolê ji hêla Seroktiya Ewlehiya ya Sîberê (SGB) ve hat girtin.
Wezareta Dadê derbarê lêpirsîna “Malbata min di nava ewlehiyê de ye” de bi hinceta “Propagandaya LGBTyê kiriye” xwest malper û hesabên medyaya dijîtal a T24ê werin girtin. 1emîn Dadgeriya Cezaya Sûlhê ya Stenbolê derbarê medyaya dijîtal a T24ê de biryara girtinê da. Seroktiya Ewlehiya ya Sîberê (SGB) jî biryarê pêk anî û malpera T24ê girt. Hesabên medyaya dijîtal a T24ê hê vekiriye.













