Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a Îngilistanê re peyam şand û diyar kir ku entegrasyon berovajî asîmîlasyonê ye û wiha got: “Eger meseleya Kurdan neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn dê ne mumkin be ku ji bo her kesî siberojeke hîn aramtir, ewletir û jiyanbar bê avakirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a Îngilistanê re ku ji aliyê Centre for Kurdish Affairs tê li darxistin ve peyam şand. Konferans dê îro dest pê bike û sibê bi dawî bibe. Gelek siyasetmedarên Kurd di konferansê de cih digirin û dê li ser pêvajoyê û rewşa Kurdan gotûbêj û nirxandin bên kirin.
Peyama ku Abdullah Ocalan ji konferansê re şandibû hate xwendin û peyam bi kêfxweşiyek coş û germ hate pêşwazîkirin.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku min di 27ê Sibata 2025an de eşkere kir, deriyê serdemeke nû vekir. Tevgera PKKê, siyaseta demokratîk, partiyên ku di TBMMê de ne û bi giştî civaka Tirkiyeyê xwedî li vê bangewaziyê derketin. Niha dem ew dem e ku em ji vî deriyê vekirî pêşve biçin. Mijarên ku hûn ê di konferansê de li ser wan biaxivin, tam mijarên vê destpêkê ne. Hûn ê nîqaş bikin bê ka bi ezmûnên navneteweyî û perspektîfên Kurdan destpêka siyasî çawa dikare veguhere aştiyeke mayînde. Ev nîqaş sepandina pratîkî ya vê bangewaziyê ne.
Aştî hew bi peymanekê yan jî bi qanûnekê çênabe. Çekdanîn destpêkek e. Ya ku dê mayînde be avakirina civakê ye. Derbasbûna ji şerê çekdarî ji bo aştiyeke mayînde; veguherîneke siyasî, qanûnî, sazûmanî û civakî ya demdirêjtir hewce dike. Armanca bingehîn a vê veguherînê avakirina civaka demokratîk e. Bi dîtina min, şoreş ne danûstandina desthilatê ye, şoreş veguherîna bi rêya avakirinê ye. ‘Azadiya’ ku bi rêya tundûtûjiyê tê bidestxistin, di demeke kin de dê bibe dijberiya nirxên ku ji bo wan tê şerkirin. Bêyî aştiyeke birûmet, demokrasî û azadî mayînde nabin; ne demokrasî û ne jî aştiya civakî di bin siya çekan de nikarin kok berdin.
Pêwendiya hezar salî ya di navbera Kurd û Tirkan, Kurd û Farisan û Kurd û Ereban de ne têkiliyeke dijberiya hevdu ye; diyalektîkek e ku, tevî ketin û rabûnên xwe, li ser piştgiriyê ava bûye. Îro, ev têkilî bêyî asîmîlasyon an veqetînê, bi rêya entegrasyona demokratîk, dikare bê nûkirin. Çareseriyên cudaxwaz ne li gor rastiya vê erdnîgariyê ne. Ji ber ku gel, çand û bawerî li ser vê erdnîgariyê bi hev re dijîn. Hiqûqa xwişk û biratiyê jî li ser bingehên dîrokî û sosyolojîk hatiye avakirin.
Têkiliya Kurdan bi Tirk, Faris, Ereb û gelên din ên li ser vê axê re bi xêzkirina sînoran çareser nabe. Bi milyonan Kurd li metropolên welatên herêmê dijîn. Weke mînak, mirov bibêje ‘Kurd bila herin bakur, Tirk bila herin başûr’ ev dê ne bi parvekirina dîrokî û ne jî bi têkiliya civakî re li hev neke.
Entegrasyon berevajî asîmîlasyonê ye. Asîmîlasyon dihelîne û neyartiyê mezin dike; entegrasyon yekîtiyê çêdike, aştiyê ava dike. Ev temambûn dike ku civaka demokratîk hebûna xwe biparêze û di çarçoveya mafên kolektîf de, bi awayekî dilxwazî beşdarî komara demokratîk bibe.
PKKya ku min damezrand, wekî têkoşîneke hebûnî li gor şert û mercên serdema xwe derket holê. PKKê hebûna Kurdan îspat kir û zincîra înkarê şikand. Di cîhana 2025an de, gelê Kurd rastiyeke dîrokî ye û êdî nayê înkarkirin. Ji ber vê yekê, peywira dîrokî ya tevgera me temam bûye. Mîna her avahiyeke şoreşgerî, divê ew jî dema ku peywira xwe temam kir, veguhere şêweyekî nû. Fesih ne dawiyek e yan jî teslîmbûn e, veguheztina qonaxeke nû ya dîrokê ye. Eger em li ser şêweyê kevin israr bikin, xisara herî mezin dê bigihêje gelê Kurd.
Divê êdî çek neyên pesinandin; divê civak bê avakirin. Siyaseta demokratîk dewsa stratejiya şerê rizgariya neteweyî girtiye. Çeka me ya bihêztir gotin, hiqûq û civaka rêxistinkirî ye.
Siyaseteke demokratîk tenê li ser bingeheke normal mimkun e. Li ser vê bingehê ne ku tenê çek tên danîn, di heman demê de tundûtûjî û gefa şer bi awayekî beramber ji holê tên rakirin.
Tirkiyeya ku Kurd bi hişmendiyeke demokratîk beşdarî wê bibin, dê bi rastî bibe komareke demokratîk. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn armanc ne parçekirin e, armanc bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e.
Li Rojhilata Navîn rêya derketina ji krîzan, ne di netew-dewletên nû de ye ku sînoran hilweşînin, di vejandina xalên hevpar ên di navbera gelan de ye; ango di danûstandinên entegrasyonîst û avakirina komunal a demokratîk de ye.
Destpêka siyasî hew bi biryara aliyekî nikare veguhere aştiyeke mayînde. Ji bo entegrasyonê; gavên hevbeş, lihevkirin û naskirina êşên hevdu hewce ye. Pêvajo bi peymanên qanûnî neyê ewlekirin, dê ji agirbesteke demkurt wêdetir neçe. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe.
Bêyî hiqûqê, hebûn nikare statuyekê bi dest bixe; têkoşîna demokratîk bê bingeh dimîne. Garantiya pêwîst naskirina civaka demokratîk e, bi awayekî azad pêşxistina ziman û çandê ye, berfirehkirina qanûna rêveberiya herêmî ye û temambûna hemwelatîbûna makezagonî bi hemwelatîbûna azad re ye. Hiqûqa yekalî û navendî ya netew-dewletê bi rêya reformên destûrî û qanûnî neyê vesazkirin, bawerî nayê avakirin. Eger Komar demokratîk nebe, entegrasyona demokratîk jî pêk nayê.
Divê kesên ku têkoşîna çekdarî meşandine bikarin vegerin jiyana siyasî û sivîl û divê derfeta wan hebe ku di nav siyaseta demokratîk de berpirsiyariyê bigirin. Dema ku pêvajo temam bibe, ev hevalên me dê bibin kirdeyên nîqaşa demokratîk, hiqûqê û jiyana sivîl. Bi entegrasyona demokratîk dê bibin beşek ji civakê û dê bibin kirdeyên çalak ên serdema bêşîdet û bêçek.
Şêweyên beşdarbûnê yên ku dê veguherîna ji siyaseta pevçûnê bo siyaseta demokratîk pêk bînin, ne tenê bi siyaseta temsîlî û hilbijartinan ve sînordar in. Komun, meclisên tax û bajaran, kooperatîf, partiyên siyasî, civaka sivîl û rêveberiyên herêmî rehên vê veguherînê ne. Siyaseta demokratîk ji bo siyasîkirina civakê, her cure rêxistin û çalakî ye.
Rêziknameyên destûrî û sazûmanî divê pirrengiya siyasî, herêmî, zimanî û çandî ne bi rêya projeya neteweya yekperest, bi rêya feraseteke demokratîk a neteweyê çareser bikin. Neteweya demokratîk modeleke siyasî ye ku tê de nasnameyên cuda mafên wekhevî, azadî û yekîtiyê parve dikin. Cudahiyên ziman, bawerî, çand û herêmî dewlemendî ne. Ferzkirina homojenîtiyê li vê herêmê krîz afirandiye; naskirina pirrengiyê bingeha destûrî ya çareseriyê ye.
Ji ber ku hebûn di ziman û çandê de şênber bûye, ji bo naskirina hebûnê pêwîstî bi rakirina astengiyên li pêşiya perwerde û pêşketina çandî heye.
Di çareseriyeke domdar de, rêveberiyên herêmî tenê barê navendî parve nakin, herwiha rêveberiyên demokratîk ên herêmî hebûna civakê birêxistin dikin. Rêxistina civakî ya demokratîk; bi netew-dewletê re di bin heman sîwana siyasî de, bi beşdariya rasterast a civakê dixebite. Giraniya çareseriyê ne di desthilatdariya navendî de ye, di hiqûq û rêxistina demokratîk a herêmî de ye. Di warên perwerde, tenduristî, çand, aborî û siyasetê de avakirina meclisan, şaneyên kok ên civaka demokratîk vedijîne.
Jin, kêmnetewe, civaka sivîl û medya ne pirsgirêkên taloq in ku ‘paşê bên çareserkirin’, ew kirdeyên niha yên pêvajoyê ne. Meseleya jinan pirsgirêka bingehîn a civaka demokratîk e. Azadiya jinan û hişmendiya ekolojîk stûna avakirina civaka demokratîk e. Nasname, bawerî û komên civakî yên cuda divê bibin mijarên xebata komunal. Bêyî beşdariya wan a watedar, ne reforma qanûnî dê kok berde û ne jî lihevhatina civakî dê pêk bê.
Hevalên hêja;
Banga min ji bo gelên Tirkiyeyê û ji bo vê konferansê ev e: Armanc ne parçebûn e, armanc bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e. Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêka gelekî ye; pirsgirêka siberoja hevpar a Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tiştê ku ji we tê hêvîkirin ev e ku hûn vê veguheztinê û daneheviyên teorîk daxînin qadan û tecrûbeya navneteweyî bi bingeha dîrokî ya yekîtiyê ya li vê herêmê ve girê bidin.
Eger meseleya Kurdan neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn dê ne mumkin be ku ji bo her kesî siberojeke hîn aramtir, ewletir û jiyanbar bê avakirin.
Rê bi gavên hevpar, bi garantiyên qanûnî û bi rêxistinkirina demokratîk a her aliyê civakê pêşve diçe. Li ber deriyê serdemeke nû, armanca bingehîn ne hilweşandina dewletê ye, armanc avakirina civaka azad e.
Ev pêvajo ne li dijî tu komekê ye yan jî ne ji bo komeke taybet e. Ji bo her kesê alîgirê çareseriyê, aştiyê û nirxên demokratîk banga destekdirêjkirinê ye û banga tevgerîna hevpar e.
Bi silav û rêz,
Abdullah Ocalan
Îmrali”













