Rejîma Îranê bi sê balafirên bê mirov êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ve kir.
Li gorî nûçeya RojNewsê; rejîma Îranê bi sê balafirên bê mirov (dron) êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve kir. Tê gotin ti ziyanek canî çênebûye.
Li gorî agahiyan ev êriş di saetên 01:40 û 02:10an de pêk hatiye. Ev kamp berê cihê niştecihbûna malbatên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû.
Hat ragihandin ku ev êrişa bi dronan tenê ziyanên madî gihandiye cihê bombebaran lê hatiye kirin.













