Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar li Swêdê serdana partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî kir û diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê pêdivî bi baweriyê heye.
Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar li ser vexwendina Platforma Aştî û Piştevaniyê ji bo hevdîtina li gel partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî derbasî Swîsreyê bû. Mîthat Sancar li Meclîsa Federal bi heyetên Partiya Sosyalîst (SP) û Partiya Keskan (Grune) re civiya. Mîthat Sancar li gel rêveberiya Platforma Demokrasiyê ya Swîsreyê beşdarî civîna maseya gilover bû. Herî dawiyê jî beşdarî panela têkildarî geşedanên dawîn ên li Tirkiyeyê û rewşa dawîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Platforma Aştî û Piştevaniyê ve hate lidarxistin, bû. Li gel Mîthat Sancar Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Meral Çîçek jî weke axêver beşdarî panelê bû.
Mîthat Sancar diyar kir ku di encama hevdîtinên navbera dewleta tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hin pêşketin çêbûne, hin pêngav hatine avêtin lê tişta ku bi lez were çareserkirin meseleya baweriyê ye û got: ‘’Bi awaykî giştî hewcehî bi baweriyê heye. Madem em qala ‘’pêvajoya aştiyê’’ dikin wê demê divê bawerî hebe. Di vî warî de kêmasî hene. Divê ev yek jî di kurttirîn demê de were çareserkirin. Banga 27ê Sibatê û geşedanên piştî wê nîşan dan ku gelê Kurd li gel Birêz Ocalan li ser vê aştiyê israr dikin. Tînin ziman ku ji bilî aştiyê tu rêyên din li pêşiya wan tune ne.’’
Divê spîsre erka xwe pêk bîne
Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar têkildarî hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê ev agahî dan: ‘’Em li Parlamentoya Federal li gel heyetên partiyên siyasî civiyan. Bi taybetî Swîsre dikare di vê pêvajoya aştiyê de roleke girîng bigire ser xwe. Divê têkariya vê pêvajoyê bike. Lê belê heya niha têkildarî vê yekê hewldanek tune ye. Geşadanên li Rojhilata Navîn nîşanîme didin ku ev pêvajoya aştiyê çi qasî girîng e. Divê dewlet vê pêvajoyê di nava çarçoveyeke yasayî û qanûna bingehîn bigire dest û çareseriyan peyda bike.’’
Meral Çîçek jî di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di hevdîtinên li gel dewleta Tirk û bi taybetî jî xebatên derveyî welêt û got: ‘’Em li diyasporayê ne. Helbet wê nirxandinên me hinekî di vê çarçoveyê de bin. Helwesta jinên Kurd a têkildarî aştiyê zelal e. Bi salan e em têdikoşin. A niha jî ji bo serkeftina hevdîtinên ku li gel dewleta Tirk tên kirin em ya ji destê me tê, dikin.’’













