Parlamenterê Meclisa Ewropayê Mimmo Lucano xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û weke aktorên sereke tevlî vê pêvajoyê bibe.
Banga ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî siyasetmedarên ewropa, efrîqa, rewşenbîr û akademîsyenên ku xelatên nobelê stendine, bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku deriyê Îmraliyê vekin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di aliyê fizîkî de azad bikin. Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an banga ji bo azadiya fîzîkî zêdetir bû.
Parlamenterê Meclisa Ewropayê yê Îtalî Domenico “Mimmo” Lucano jî yek ji kesên ku tev li bangê bûye ye. Mîmmo Lucano beriya 30 salan, bi kurdan re di nava dan û stendinê de ye. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Romayê, Şaredarê Bajaroka Riaceyê bû.
Mîmmo Lucano piştî bi salan ji bo Parlamenta Ewropayê hate hilbijartin, bi gotina “Ez bi saya Kurdan bûm şaredar” vê têkiliya xwe ya bi Kurdan re vedibêje. Mîmmo Lucano têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Nûçegîhanê ANFê Serkan Demîrel re axivî û çîroka bi penaberên Kurd a li peravên Riaceyê destpê kir, pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îtalyayê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vegot.
Çîroka bi naskirina Kurdan re
Mîmmo Lucano qala rasthatina xwe ya destpêkê ya bi Kurdan re kir û anî ziman ku gihîştina penaberên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê ya li Riaceyê, di jiyana wî de bû xaleke werçerxê.
Mîmmo Lucano da zanîn ku rojekê keştiyek ku penaberên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê gihîşt Ricaeyê û wiha got: “Keştî gihîşt şaredariya min. Ev aktîvîstekî siyasî bûm û hîn ji destpêkê ve min armancên gelê Kurd pejirandibû. Ev mirov 2 salan li bajarokê min ê biçûk man. Me xaniyên vala dan wan û bi wan re têkoşîna azadiyê, daxwazên civakî û siyasî yên gelê Kurd parve kir.”
Bi saya kurdan bû şaredar
Mîmmo Lucano destnîşan kir ku hatina penaberên Kurd jiyana wî ya siyasî diyar kir û anî ziman ku wê demê li bajarok li ser Kurdan û meseleya Kurd kêm tişt dihate zanîn.
Mîmmo Lucano li ser bandora piştevaniya bi Kurdan re ya li ser jiyana wî ya siyasî got, “Ez bûm şaredar; di vir de para rastiya li gelekî mezin e ku haya kesî ji hebûna wan tine bû. Ez qala gelekî dikim ku beriya bi salan bi keştiyekê hat û gihîşt peravê şaredariya min.” Lucano bi gotina, “Ez bi saya Kurdan bûm şaredar” têkiliya xwe ya bi Kurdan re vegot.”
‘Ocalan tu carî dest ji têkoşîna aştiyê berneda’
Têkildarî hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Îtalyayê ya sala 1998an Lucano biryarên siyasî yên heta gihîşt asta pêvajoya Îmraliyê rexne kir û got, “Dema ku Ocalan hat Îtalyayê, piştre hin lihevkirinên siyasî hatin kirin. Ya rast Ocalan hate xapandin. Ya ku ji hevalên xwe yên Kurd hîn bûm ev e. Piştre li Kenyayê hate girtin. Bi dîtina min wê demê berpirsyariya siyaseta Îtalyayê di pêvajoyê de hebû.”
Mîmmo Lucano pêvajoya dîlgirtinê ya giran û demdirêj a Rêber Apo bi bîr xist û got, “Ocalan li gel wan mercan û salên derbasbûyî jî têkiliya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dewam kir. Ji wê rojê û vir ve negihîşt azadiya xwe. Lê belê li gel vê yekê jî bi gelê Kurd re ji bo armanca azadiyê, ji bo azadiya gelê Kurd bi dewamî têkoşiya. Ez jî yek ji wan mirovan im ku vê armancê parve dikim.”
‘Divê Ocalan azad bibe’
Mimmo Lucano Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û an^ziman ku mercên heyî yên Rêber Apo lê tê ragirtin û rola ku di pêvajoyê de pê radibe li hev nayê.
Mîmmo Lucano destnîşan kir ku divê Rêber Apo bi rengekî azad yek ji aktorên sereke yê pêvajoyê be û got, “Dema ku Ocalan li girtîgehê be mirov nikare qala diyalogeke aştiyê bike. Halbûkî di vê nîqaşa bi Tirkiyeyê re divê yek ji aktorên sereke be.”
‘Ji bo têkoşîna azadiya Ocalan amade me’
Parlamenterê Îtalyayê têkoşîna Rêber Apo şiband Nelson Mandela ku li Efrîkaya Başûr li dijî apartheidê têkoşiya û got, “Ocalan bêguneh e, tiştek nekiriye û ji bo gelê xwe têdikoşe. Weke Nelson Mandel mînakeke bêhempa ye. Ez li gel koma xwe ya siyasî amade me ku di vê asta xwe ya parlamenteriyê de têbikoşim û ji bo azadiya Ocalan bi Kurdan re tevbigerim.”













