Kolbernewsê ragihand ku du welatiyên Kurd ên bi navê Şahîn Mistefazade (37) û Pejman Emanî (18) piştî hêzên rejîma Îranê avêtin ser mala wan û şûnde hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên Kolbernewsê rejîma Îranê avêtine ser mala Şahîn Mistefazade û Pejman Emanî yên ji Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê ne. Hate ragihandin ku piştre hêzên Îranê ew binçavkirine, dest danîne ser telefonên hemû ferdên malbatê. Hate ragihandin ku Şahîn Mistefa ji bo ciheke nediyar hatiye birin.
Heta niha sedemê binçavkirinê nehatiye aşkerekirin.













