• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

    Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

    Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

    Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

    Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Îran êrişî Hewlêrê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

    Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

    Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

    Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

    Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Îran êrişî Hewlêrê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ber gurbûna şer li Yemenê 60 hezar zarok neçarî koçberiyê bûn

24 ÎLON 2026 - 15:59
Kategorî: CÎHAN
A A
Li gorî texmînên UNICEFê di du hefteyan de, ji ber pêleke nû ya zêdebûna aloziyê zêdetirîn 60 hezar zarokên Yemenî neçar mane malên xwe bihêlin. Rêxistinê piştrast kir ku nûbûna şer û pevçûnan bûye sedem ku bi hezaran malbat ji cih û warên xwe birevin.

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di nava du hefteyên borî de, ji ber zêdebûna aloziyên leşkerî û tundiyê li deverên cuda yên Yemenê zêdetirîn 60 hezar zarok neçar man koçber bibin.

Ofîsa herêmî ya rêxistinê ya ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diyar kir ku ji nû ve gurbûna şer û pevçûnan bûye sedem ku bi hezaran malbat di demek kurt de ji malên xwe birevin. Rêxistinê da zanîn ku tundbûna şer bandoreke neyînî li xizmetên tenduristî û perwerdeyê kiriye û rewşa mirovî ya dijwar a ku zarok pê re rûbirû ne, girantir kiriye.

Di nava 20 rojan de 9 zarok mirine û 12 jî birîndar bûne

Raporên meydanî nîşan didin ku ji 3yê Îlonê ve, 9 zarok hatine kuştin û 12 zarokên din jî birîndar bûne. Her wiha piştî êrîşeke li ser rêya ku peravên Rojava bi Adenê ve girê dide, 3 zarok winda bûne.

Şer karûbarên 26 navendên tendrustiyê têk biriye

Rêxistinê berê jî hişyarî dabû ku nûbûna şer li rojavayê Taizê, başûrê Hodeidahê, Maribê û deverên din, krîza koçberiyê kûrtir dike û rê li ber gihîştina zarokan a xizmetên bingehîn digire. Rêxistinê piştrast kir ku şer bûye sedema têkçûna karûbarên 26 navendên tenduristiyê yên ji aliyê UNICEFê ve tên piştgirîkirin. Her wiha bûye sedema girtin an rawestandina dersan li 243 dibistanan ku vê bandorê li zêdetirî 137 hezar xwendekaran kiriye.

Zarokên Yemenî bi krîzên herî xeternak re dijîn

UNICEFê bal kişand ku zarokên li Yemenê rastî yek ji krîzên giran ên li cîhanê tên û gelek ji wan ji bilî şer û koçberiya berdewam, tiştekî din nedîtine.

Rêveberê herêmî yê rêxistinê ragihand ku tenê di nava du hefteyan de bi deh hezaran malbat koçber bûne û bi tenê tiştên ku dikaribûn hilgirin bi xwe re birine. Di heman demê de zêdebûna dawî ya aloziyan wê aramiya lawaz a mayî ya ji bo zarokan, ji ber birçîbûn û qutbûna xwendinê dikişînin, têk dibe.

Rêxistinê da zanîn ku bandora van aloziyan derbasî wê aliyê Tengava Bab el-Mendebê jî bûye; zêdetirî du hezar kes, di nav de hejmareke zêde ya zarokan piştî derbasbûneke xeternak germa zêde, bêavîbûn û metirsiyên ewlehiyê, gihîştine Cîbûtiyê.

Bi milyonan zarok ji mafên perwerdeyê bêpar mane

Li gorî rêxistinê, rewşa mirovî beriya zêdebûna aloziyên dawî jî ber bi xirabûnê ve diçû nêzî 12.2 milyon zarok pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye; 2.2 milyon zarokên di bin temenê pênc salî de ji kêmxwariniya tûj dikişînin. Di nava wan de 515 hezar kes birçî ne, 3.2 milyon zarok ji xwendinê dûr in û 17.8 milyon kes ji xizmetên tam ên tenduristî, av û paqijiyê bêpar in.

Etîket: Rêxistina Zarokan a Neteweyên YekbûyîUNICEF
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

UNICEF: Divê mirina zarokan nebe ‘rewşa normal’

UNICEF: Divê mirina zarokan nebe ‘rewşa normal’

11 HEZÎRAN 2026
‘Divê pergalek ku zarok bikaribin têde azad û wekhev bijîn were avakirin’

‘Divê pergalek ku zarok bikaribin têde azad û wekhev bijîn were avakirin’

10 HEZÎRAN 2026
UNICEF: Cîhan ji bo zarokan ne bi ewle ye

UNICEF: Cîhan ji bo zarokan ne bi ewle ye

3 HEZÎRAN 2026
Şandeya Wezareta Tenduristiyê û UNICEFê serdana Kobanê kir

Şandeya Wezareta Tenduristiyê û UNICEFê serdana Kobanê kir

6 NÎSAN 2026
Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

25 ADAR 2026
UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne