Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji serê salê ve li Îranê 12 kolberên Kurd û 13 kasibkarên Belûç hatine kuştin. Her wiha got ku divê Îran tazmînata ziyanan bide malbatan û lêkolînek serbixwe derbarê van hemû bûyerên kuştinê de bê kirin.
Çar nûnerên taybet ên Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê kuştina kolberên Kurd û kasibkarên Belûç ên ji aliyê rejîma Îranê ve, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji serê sala 2026an ve herî kêm 12 kolberên Kurd û 13 kasibkarên Belûç, di encama gulebarankirina hêzên çekdar ên Supayê Pasdaran a Îranê de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku rejîma Îranê tu amarake fermî li ser van bûyerên kuştinê belav nake, tomarkirin û belgekirina van bûyeran ketiye ser milê malbatên qurbaniyan û rêxistinên civaka sivîl. Her wiha hatiye gotin ku divê derfetê zanîna heqîqetê, bersivdan û tazmînata ziyanan bi malbatan bê dayîn. Her wiha hat xwestin ku ev bûyer bi awayek serbixwe bên lêkolînkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku kolberên Kurd û kasibkarên Belûç çîna herî zêde hatine paşguhxistin in. Hatiye gotin ku ji ber nebûna derfetên kar, ji bo debara jiyanê ji neçarî li ser sînoran karê veguhestina kelûpel û sotemeniyê dikin, baca vê hejariyê jî bi canê xwe didin.













