Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş ku ji rojnameyeke Îspanyayê re axivî, diyar kir ku divê statuya hiqûqî û siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava hiqûqa dewleteke demokratîk de bê sererastkirin.
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş ji rojnameya Rebelión ku 30 sal in li Îspanyayê weşanê dike û rojnameyeke navdar re li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Veysî Aktaş têkildarî banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lêv kir ku bi fesihkirina PKKê re çek ji holê rabû lê hê jî aliyê demokratîkbûyînê kêm e aştî pêk nehatiye. Veysî Aktaş li ser pirsa derbarê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ew bersiv da: “Bandora siyasî û civakî ya birêz Ocalan rastiyeke. Heke hûn vê nedîtî ve bên hûn ê aktorekî serekê yê pêvajoyê nedîtî ve werin. Divê statuya hiqûqî ya birêz Ocalan di nava hiqûqa dewleteke demokratîk de bê sererastkirin. Li Îmraliyê têkilî û bi hevdîtinên rêk û pêk dikare bê misogerkirin, her wiha parêzer û nûnerên siyasî û meclis bi mekanîzmayeke aştiyê dikare hevdîtinan bike. Ji bo pêvajo bi awayekî tenduristî bi rê ve biçe divê rola birêz Ocalan weke muxatabe fermî û koordînator dikare bê sererastkirin.”
4 gavên sereke
Veysî Aktaş bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî ne qanûneke encamê lê ya destpêkê ye û got ku divê ji bo pêşî li entegrasyona demokratîk vebibe çarçoveyeke qanûnî pêk were. Veysî Aktaş destnîşan kir ku divê 4 gavên serekê bên avetin û ew gav wiha rêz kir: “Yek, divê di navbera aliyan de baweerî bê misogerkirin û zemîna diyalogê bê avakirin. Di bin banê meclisê de divê bi temsiliyeta hemû partiyan û mutabakateke bi giştî Komîsyona Aştiya Daîmî û Civaka Demokratîk bê avakirin. Dido, divê rola birêz Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin. Sisê, divê piştî qanûna çarçoveyî qanûnên nû bên derxistin û reforma destûra bingehîn a demokratîk, firehkirina azadiya siyasî û rêxitinkirinê û ziman û çanda Kurdî bi hiqûqê bê misogerkirin. Her wiha sepanên qeyiman bi dawî bibin û qanûna terorê bê guherandin. Çar, divê pêvajo li tevahî Tirkiyeyê bibe pêvajoya demokratîkbûyînê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê bibe avakirina demokratîkkirina komarê.”
‘Pêdivî bi qanûna entegrasyona demokratîk heye’
Di dewama roportaja xwe de Veysî Aktaş li ser qanûna çarçoveyî jî diyar dike ku di qanûna çarçoveyî de her çiqas ji bo vegera gerîlayên Tevgera Azadiyê, berdana girtiyên siyasî û hatina kesên ji ber fikir û ramanên sirgûnê derveyî welat bûne, hê mîsogeriyan bide jî kêmasiyên wê hene û got ku qanûn dûrî misogerkirina entegrasyona civaka demokratîk e.
Veysî Aktaş destnîşan kir ku yek jî kêmasiyên qanûnê vegera bi ewle ya gerîlayan misoger nake û got ku pêdivî bi qanûna entegrasyona demokratîk heye û ev tişt vegot: “Hûn ji gerîlayeke/î re nikarin bêjin çekên xwe berdin û werin. Divê hûn vê yekê misoger bikin; Dê çawa bi awayekî azad, ewle û hemwelatiyê wekhev bijî. Divê misogeriya hiqûqî ya aştiyê divê di jiyana mirovan de bi awayekî şênber bandor bike.”
Entegrasyona Demokratîk
Veysî Aktaş derbarê entegrasyona demokratîk de jî anî ziman ku entegrasyona demokratîk berovajî bişaftin û asîmîlasyonê weke rêya 3yemîn ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin û got ku ji bo gelê Kurd entegrasyona demokratîk tê wateya ziman, çand û nasmeya xwe biparêzin bi vî awayî bi awayekî dilxwaz entegreyî dewletê bibin û bibin hemwelatiyê wekhev.
Veysî Aktaş destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk di pratîke de misogeriya rakirina astengiyên pêşiya navên herêmê, temsiliyeta siyasî, wekheviya aborî û siyasî, mafê ziman û çanda Kurdî ye û got ku ew yek giredayî paradigmaya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
3 qanûnên bingehîn
Her wiha Veysî Aktaş da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim 3 qanûnên bingehîn destnîşan dike û wiha got: “Qanûna Civaka Demokratîk ku çanda aştiyê esas digire, Qanûna Hemwelatiya Azad û qanûna Demokrasiya herêmî. Entegrasyona Demokratîk bi 3 têgehan dikarin şîrove bikin; Wekhevî, nasname û îradeya azad.













