Dadgeha Bîngehîn a Tirkiyeyê derbarê qedexekirina 5 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê de biryar da û got qedexekirin derveyî mafê îfade û azadiya çapemeniyê ye.
Weşanxaneya Avestayê derbarê gelek pirtûkên weşandine û hatine qedexekirin de di demên cuda de serî li Dadgeha Bingehîn a Tirkiyeyê dabû.
Dadgehê derbarê pirtûka Andrew Collins ya bi navê, ‘Ji xweliya ferîşteyan- mîrateya qedexekirî ya gelekî gunehkar’ pirtûka Abdurrahman Qasimlo ya bi navê, ‘Kurd û Kurdistan’ pirtûka Celîlê Celîl ya bi navê, ‘Serhildana Kurdan a 1880an’ pirtûka Chris Kutschera ya bi navê, ‘Tevgera neteweyî ya Kurd’ û Lazarev&Mihoyan ya bi navê, ‘Dîroka Kurdistanê’ biryara qedexekirin û komkirinê derveyî mafê îfadekirin û azadiya çapemeniyê dît.
Dadgehê derbarê her pirtûkekî de biryar da ku 40 hezar lîre tazmînat ji bo Weşanxaneya Avestayê were dayîn û derbarê pirtûkan de biryarên hatine dayîn ji aliyê dadgehên herêmî ve ji nû ve nirxandin û darizandin carek din were pêkanîn.













