• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Vîna gel ji her tiştî mezintir e

Navenda Nûçeyan /AW

19 SIBAT 2025 - 16:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Wanê beşdarî civîna gel bû û got: “Em bi gelê xwe û bi Birêz Abdullah Ocalan bawer in. Divê qeyûm vîna me û heviya me neşkîne. Îro gelê Wanê dîrokê dinivîse. Em ji xwe û gelê xwe bawer in.”

Bi beşdariya Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Wanê tayînkirina qeyûm tê protestokirin. Bi beşdariya Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li pêşiya Navenda Kargehan a Wan MALLê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da. Beriya axaftinêgel bê navber dirûşma “Jin Jiyan azadî” û “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” berz kir.

Şaredarî û bajar dagir kirine

Parêzer û Hevserokê DBPê ya Wanê Cemal Demîr ewil axivî û wiha got: “Dayiken Aştiyê û bi rûmet, di 11ê Sibatê de 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li dijî qanûnê ceza li Hevşaredarê me yê Wanê birî. Bi vê yekê rêya qeyûm vekirin. Em her dem dibêjin. Dadgeha ku biryar da ne dadgeh bû. Berê biryara xwe dabûn. Maskeya dadgeriyê xistin ruyê xwe. Di esasê xwe de ew ne dadger in. Ew karmendên desthilatê ne. Desthilat çi bibêje ew li gorî wê biryarê didin. Ji 11ê mehê û şûnde gel li vîna xwe xwedî derket. Birêz Abdullah Zeydan gotibû ‘Vîna mirovan rûmeta mirovan e’ Vîna gelê me rûmeta me ye. Em ê li her derê û her dem biparêzin. Em dibînin ku îro ji her derê polîs anîne Wanê û bajar dagir kirine. Şaredarî dagir kirine. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye. Ev ne zagonî ye. Gel û ciwanên me dirûşmeyên herî dewa berz bikin jî wekî tawanbarî qebûl dikin. Ciwanên me rastî tundî û îşkenceya polîsan tên. Ciwan dibêjin “Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.” em jî her dem û li her derê dibêjin Qeyûm talan e û berxwedan jiyan e. Di vê berxwedanê de em dibîn ku polîs êrîşî ciwanên me dikin û îşkence li wan dikin. Heta niha polîsan zêdetirî 400 kes binçav kirin. Zêdetirî 90 kes rastî îşkenceya polîsan hatin. Ji wan nêzî 56 kes zarok in. Zêdetirî 40 kes girtin û şandin zindanan. ÎHD, OHD, TÎHV û Baro dê encama van îşkence, girtin û binçavkirinan bi raya giştî re parve bike. Gelê me tu carî radest nabe. Dê roj bê ew ê xwe bispêrin merhameta gelê me. Dê roj bê ev kesên neheqiyê dikin dê xwe bispêrin edaleta gelê me.”

Piştî axaftina Cemal Demîr girseyê bê navber dirûşma “Bijî berxwedana Wanê” berz kir.

Hûn dîrokê dinivîsin

Berdevka Giştî ya DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî gel silav kir û wiha got: “Ev salek e hûn li ser piyan in. Salek e hûn Dirokê dinivîsin. Hûn dîroka berxwedana xwedîderketina vîna gel dinivîsin. Ev ne tenê xwedîderketina gelê Wanê ye. Ev kesên îro qala sindoqan û meşrûtiya vîna gel dikin, divê baş li wanê binerin. Divê baş li vê berxwedanê binerin. Me wekî gelê kurd gelek tişt dîtin. Em hema wisa ji rêzê nabêjin “Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.” Ji bo me her dem û her der bûye berxwedan e. Afirandin ne tiştekî hêsan e. Em dixwazin jiyanek nû biafirînin. Em dixwazin aştî û lihevhatinek mezin bidin destpêkirin. Em dixwazin wekî gelê kurd bibin pêşengê vê lihevhatinê. Bibin pêşengê vê aştiya bi rûmet û mayinde. Lewra îro sekna we û wanê ne tenê sekna wanê ye. Gelê Tirkiyeyê divê peyama Wanê baş bibhîze. Divê ev peyam çawa bê pêşwazîkirin. Îro bi rêya qeyûman diwxwazin li Wanê talanê pêş bixin. Berê jî me gotibû ev qeyûm ne tesatifî ye. Ji dîrokê heta niha li ser gelê kurd serdestî û zordestî hemû polîtikayên înkar û îmhayê herî zêde li ser gelê kurd pêş ketiye. Hemû tiştên înkar û îmhayê, sirgûnkirin û girtinê bêtir li ser gelê kurd pêş ketiye.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wan wekî Partiya DEM ê dibêjin li ser gelekî zilm hebe, gelek tune bê hesibandin li wî welatî edalet nabe û wiha didêj kir: “Li welatekî eger gelek serdest û gelek bindest be. Ev tê wateya ku gel li vî welatî ne azad e. Eger gelê kurd xwe wekî hemwelatî nikaribe bihesibîne, sedema vê yekê polîtîkayên dewletê ne. Ev çine. Îro em dixwazin li vê kolanê bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bikin. Hûn bi rojan li vir in. We gelek sir û seqem, ba û bahoz dît. Lê we dîsa dest ji têkoşînê berneda. Em îro dixwazin bi hevre peymaneke nû li vî welatî çekin. Me got ne tenê bi gelê kurd re, bi gelên dîtin, ziman û baweriyên dîtin re em dixwazin peymaneke nû çekin. Em dixwazin bi nasnameyên ku heta îro li ser vê axê tune hatine hesisandin re çêkin.”

Ayşegul Dogan da zanîn ku gelê kurd û Abdullah Ocalan her tim aştiyeke mayinde dixwaze û wiha pêde çû: “Em li heviya banga Rêzdar Abdullah Ocalan in. Em çima ji Birêz Ocalan bawer in. Ji ber ku em zanin. Me ceribandiye. Me di dîrokê de jî dîtiye. Herî kêm 30 sal in gelê kurd û rêzdar Abdullah Ocalan jiyanek mayinde û bi serbilindî dixwazin. Dixwazin şer bi dawî bibe. Divê ev şer bi awayekî xelas bibe ku ev lihevhatina civakî bibe lihevhatina salane.

Divê em bi hêvî û bi coş bin

Sed salên ku hatine windakirin, divê cereke din neyê windakirin. Ji ber vê yekê ev qonaq gelek girîn e. Divê em bi hevî û em bi coş bin. Divê em ji xwe bawer bin. Divê hêviya me û çavkaniya me, hebûna me bi xwe be. Divê hevrêyên me hêviya me be. Kesên ku heta niha bedel û piştgirî dane me, bibin hevî. Baweriyên xwe neşkînin. Bi qeyûman nikarin baweriya me bişkînin. Wan ya me ye. Wan ya we ye. We dîrokeke çawa li Wanê nivîsî. Wê demê gelê Wanê beriya hilbijartinê digot dê gelê Wanê ji 14 şaredaiyan 14 şaredariyan derxin. Gelê Wanê ji 14 şaredariyan 14 şaredarî bi dest xist. Desthilatê 3 caran ev yek ceribandin. Lê encam negirtin. Vîna gel serdestî her tiştî ye. Vîna gel hêzea herî mezin e. Rêxistina herî mezin e. Em vê yekê zanin û ji xwe bawer in. Heta niha kesekî razîbûna xwe ya ji bo qeyûm nîşan nedaye. Kesên neçûn ser sindoqan jî tayînkirina qeyûm dijhiqûqî pênase kirin. Kesên dengê we nedan me jî qeyûm qebûl nakin. Tu hiqûq û bawerî nikare vîna gel bi vî rengî înkar bike.

Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin

Divê em dest ji berxwedanê bernedin. Divê em ji xwe bawer bin. Em ê bêtir xwedî derkevin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em ê li hebûna gelan xwedî derkevin. Serokkomar îro got ‘îtîbara sindoqan her tişt e û divê bên parastin’ Lê sindoqên li Wanê hatin danîn û gelê wanê dengê xwe dan, îro vîna wan tune tê hesibandin. Îro îtîbara gelê wanê nayê parastin. Kesên li erdnîgariya Kurdistanê deng dane hûn dengê wan û vîna wan înkar dikin. Li tevahiya Tirkiyeyê li tu bajarî wekî bajarê Wanê vînek wisa xurt derneketiye. Ev dîrok e. Dewletê bi hemû derfetên xwe seferber kir. Lê dîsa nekaribû şaredariyê bi dest bixe. Em careke din germahiya we ku sir û sirmayê dihilîne we silav dikin. Em bawer in gelê Wanê dê li vîna xwe xwedî derkevin. Kesên dixwazin bi girtin, binçavkirinê çareser bikin, rêya wan ne çareserî ye. Lîstikên wan ên biçûk dê encam negire. Gelê kurd tê bi têkoşîna xwe lîstikên wan pûç bikin. Kesên em bi hevre rê diçin kezaba tevan şewitî ye. Îro kesên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin nikarin azad xwe bi rêxistin bikin. nikarin azad xwe bi rêve bibe. Ev meseleya welatekî û Tirkiyeyê ye. Divê ev mesele çareser bibe. Ev mesele çareser nebe, em ê nikaribin rê li pêşiya qeyûman bigirin. Dê qeyûm li hemû welatên Tirkiyeyê belav bibin. Divê hemû kesên xwe wekî parazvaınên mafên mirovan dibîbinin tevê em tev bibin yek û vê rêxistin û têkoşînê mezin bikin. Em ji we û xwe bawer in. Vîna gel ji her tiştî mezintir e.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne