Di êrişa çekdarî ya li ser dibistaneke li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 4 xwendekar jî birîndar bûn.
Li Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Anadolû Înce Uzmez a li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê êrişeke çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyên ewil, kesekî gumanbar li ber dibistanê bi sedemeke ku hê nayê zanîn bi çekê li derdorê reşand. Şaredarê Tûrgûtlûyê Çetîn Akin derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Di encama êrişa kesekî çekdar de xwendekarekî me jiyana xwe ji dest da. 4 xwendekarên me jî birîndar bûn.”
Walîtiya Manîsayê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.












