Enstituya Kurdî ya Amedê li avahiya xwe ya li semta Gazîler a navçeya Peyasê rêzeçîrokên zarokên pêşdibistanê da nasîn.
Enstituya Kurdî ya Amedê li avahiya xwe ya li semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê rêzeçîrokên zarokên pêşdibistanê da nasîn. Endam û rêveberên Enstituya Kurdî, endam û rêveberên komeleyên ziman yên Amedê, siyasetmedar û partiyên siyasî yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernamê bûn. Di bernamê de afişên rêzeçîrokên zarokan li ser dîwaran hatibû zeliqandin. Standa rêzeçîrokên zarokan hate vekirin. Eleqeyeke mezin ji bo rêzeçîrokên zarokan hate nîşandan. Di bernamê de bi stranên Kurdî ve zarokan bi kêfxweşî lîstin.
‘Ji bo zarokên Kurd çi pêwîst be, em ê bixebitin’
Li ser Enstituya Kurdî Mûrat Bîlgîç di bernameyê de axivî Bîlgîç di serî de Apê Mûsa bi bîr anî û da zanîn ku gotina Apê Mûsa erdê namîne û wiha got: “ji bo xebata kurdî, em ê hevgirtinê xurt bikin. Kesên ku li vir in, rêya perwerdehiya Kurdî ji zarokên Kurdan re vekirin. Em dibêjin ev rê ji wan re vekirî ye, zimanê Kurdî, ji zarokên Kurd re hatibe amadekirin ev mafê wan e. Ev tiştekî girîng e, ev xebateke mezin e. Rêya ku em diçinê, ev e. Lê em dibêjin,; Kurdistana me, heta ku zimanê me hebe, ji bo perwerdehiya Kurdî, ji bo zarokên kurd çi pêwîst be, em ê bixebitin û xebaa perwerdehiya zimanê Kurdî bimeşînin.”
‘Çapa yekemîn tevlî 10 çîrokan hatin çapkirin’
Rengîn Sansarkan qala xebatên çîrokan kir û got, “Pêşî me komisyonek ava kir. Hin sazî, mamosteyên ziman, mamosteyên zarokxaneyê, pedagog û wêjekerên Kurd di komisyonê de cih girtin. Ev xebata me nêzî şeş mehan dom kir. Çapa yekemîn tevlî 10 çîrokan hatin çapkirin. Armanca me ew e ku zarok çîrokan bixwînin û fêr bibin. Her wiha malbat fêr bibin.”
‘Taybetmendiya dinyaya zarokan ji bo me tiştekî girîng e’
Rodî Zinar jî da zanîn ku çîrok jîyana zarokan de tiştekî girîng e û got: “Ger ku zarok bi Kurdî biaxive, cîhan dibêje ew taybetmendîya wan e, ew tiştekî girîng e. Beriya wan jî wextê ku zarok bi Kurdî biaxive, êdî dizane ku çi dixwaze. Cîhana zarokan ji bo me tiştekî girîng e û divê bi Kurdî biaxivin. Taybetmendiya cîhana zarokan ji bo me tiştekî girîng e.”
‘Divê malbatên me jî bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin’
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay anî ziman ku berhemên berbiçav hatine çapkirin û got: “Pirtûkên wekî rêziman û ferheng ji bo zimanê Kurdî berhemên pir girîng in. Bi rastî amanca me ew e ku zimanê me winda nebe. Xebatên me yên ji bo zarokan jî berdewam dikin. Divê malbatên me jî bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”






















