• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Kaya û Kisaoglû dê sibê li Kanîreşê bên definkirin

    Cenazeyê Kaya û Kisaoglû dê sibê li Kanîreşê bên definkirin

    Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate vekirin HATE NÛKIRIN

    Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate vekirin HATE NÛKIRIN

    Burhan Kaya piştî 31 salan ji girtîgehê derket: Em ê bi ser bikevin

    Burhan Kaya piştî 31 salan ji girtîgehê derket: Em ê bi ser bikevin

    Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

    Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

    Hêzên Pêşmerge bûn yek

    Hêzên Pêşmerge bûn yek

    Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

    Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

21 ÎLON 2026 - 15:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Peyasê di nav Pirtûkxaneya Berhemên Jinan de bi navê pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan vekir. Dayika Taybet di sala 2015an de, di dema qedexeya derketina derve de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê li ber mala xwe hatibû qetilkirin û cenazeyê wê bi rojan li kolanê hatibû hiştin.

Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Komeleya Xebata Civakî ya ji bo Aştiyê (BATOÇA), di nav Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a li Parka 75an de beşek bi navê Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate damezrandin.

Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar, ligel malbata dayika Taybet Înan, Dayikên Aştiyê û endamên komeleya BATOÇA amade bûn.

‘Navê dayika min ket dîroka Kurdistanê’

Di bîranînê de keça dayika Taybet, Şaristan Algan axivî û da zanîn ku dayika wê dayika hemû Kurdan e û wiha got: “Dayika min her tim ji me re digot ‘ez dema mirim min bi kesk, sor û zer bixemlînin û wek şehîdekî oxir bikin.’ Ew bu dîrok ket dîroka Kurdistanê. Dayika Taybet ne tenê dayika me ye dayika hemû Kurdan e. Ew tu car nayê jibîrkirin, ji heft heya heftê salê dayika min di hişê gelê Kurd de cih girtiye.”

‘Ji bo ew êş dîsa neyên serê me divê em mil bidin pêvajoya aştiyê’

Hevşardara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku ew dayika Taybet tu carî nadin ji bîr kirin û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran kesan ji bo rûmeta gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan, dayika Taybet jî yek ji wan kesan bû. Gelê Kurd di sedsala komara Tirkiyeyê de herî zêde di deh salên dawî de êş û elem dîtin, ji bo ew êş dîsa neyên jiyandin divê em mil bidin pêvajoya aştiyê.”

Dayika Aştiyê Leyla Aslan jî dest nîşan kir ku ew dê dayika Taybet her tim bi bîr bînin û di bîra xwe de bidin jiyandin.

Bernameya bîranînê bi berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Etîket: 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya CîhanêDayîka TaybetPirtûkxaneya Berhemên JinanPirtûkxaneya Berhemên Jinan a PeyasêŞaristan AlganTaybet Înan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin’

‘Divê em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin’

20 SIBAT 2026
Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

19 KANÛN 2025
Taybet Înan li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn

Taybet Înan li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn

19 KANÛN 2024
Keça Taybet Înan: Cenaze 7 roj û 7 şevan li kolanê ma

Keça Taybet Înan: Cenaze 7 roj û 7 şevan li kolanê ma

18 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne