Stenbol – Li Stenbolê dema ku mirov li Taxa Karayollariyê ya navçeya Gazîosmanpaşayê digere li kolanên taxên rêç û şopên Kurdistanê dibîne. Jin li taxê mîna edetên li Kurdistanê nivînan didirûn. Jinên kedkar ev yek gotin: “Em li Stenbolê dijîn lê em çanda xwe ji bîra nakin. Em li ku bin jî em ê ji çanda xwe dûr nekevin.”
Li hin taxên Stenbolê dema mirov lê digere rastî şop û edetên Kurdistanê tê. Bi milyonan Kurd li Stenbolê dijîn. Bi taybetî di salên 90î de bi deh hezaran Kurd ji gund û warên xwe hatin kirin û Kurd ji neçarî berê xwe dan Stenbolê. Bi şewitandin, kuştin û valakirina gundan hate xwestin ku gelê Kurd dest ji mal, ax, çand, ziman û hebûna xwe berdin. Lê tevî polîtîkaya şerê taybet a li dijî gelê Kurd jî li Stenbolê jî Kurdan dest ji çanda xwe berneda.
Yek ji cihên ku deng û şopên Kurdistanê herî zêde lê tê dîtin Taxa Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê ye. Bi hezaran kesên ku ji weke Sêrt, Amed, Mêrdîn û bajarên din ên bakurê Kurdistanê niştecihên Taxa Karayollariyê ne. Li kolanên Karayollariyê dikanên ku xwarin û tiştên xwemalî yên Kurdistanê tên firotin. Gelek dayik û jinên kedkar ên Kurd bi hatina payîzê re amadekariyên zivistanê dikin û doşek, balîf û nivînên xwe yên hirî vedikin, hiriyên wan dişûn, didin ber tavê û paşê ji nû ve didirûn.
‘Em ê ji çanda xwe dûr nekevin’
Du jinên ji Sêrtê koçî taxa Karayollari ya Stenbolê kirin e, nivînên malê didirûn û ji nû ve çêdikin. Jinên kedkar wiha qala karên xwe kirin: “Em nivînên xwe dişûn paşê li ber tavê radixînin. Piştî ku hirî ziwa dibe em dest bi dirûnê dikin. Berê kal û pîrên me vê dikiran. Em jî hê berdewam dikin. Çanda me hê jî berdewam dike. Em li Stenbolê dijîn lê em çanda xwe ji bîra nakin. Ev ji kal û pîrên me ji me re ma ye. Salê carekî em amadekariya zivistanê dikin. Dirûna nivînekî rojekî berdewam dike. Me ji Sêrtê koçî Stenbolê kiriye. Gundê me vala kirin û em ji ber vê yekê hatin Stenbolê. Em hiriya nivînên xwe ji Sêrtê dikirin û tînin Stenbolê. Em li ku bin jî em ê ji çanda xwe dûr nekevin.”













