• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bayindir: Ji bo me peyamên Rêber Apo esas in

Êlih / AW

19 ÎLON 2026 - 17:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Rêxistina DBPa Êlihê bi dirûşmeya “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” 2yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û got: “Heke pêvajo heta niha hilneweşiya be, ev bi saya Rêber Apo û Tevgerê ye. Ji bo me peyamên Rêber Apo esas in.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê bi dirûşmeya “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” li Eywana Dawetê ya Rozayê ya li taxa Pazaryerî ya Êlihê 2yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û rêveber û endamên saziyên sivîl ên civakî tev li kongreyê bûn. Eywana ku kongre lê hate lidarxistin posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên “Bi bîrdoziya rizgariya jinê, em ê civaka demokraîk ava bikin”, “Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî bi ser bikevin”, “Şehîd rêberên têkoşîna me ne”, “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe”, “Dem dema azadiya jinê ye” û “Şehîdên me sibe roja me ne” hatin daliqandin. Kongre bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Di kongreyê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

‘Heta ku em statuya xwe bi dest bixin em ê têbikoşin’

Ewilî Gulistan Sonuk axivî û got: “Ji îro pê ve tişta ku bikeve ser milê me, em ê bikin. Em ê di şopa hevalên xwe de siyaseteke demokratîk bidin meşandin. Ji ber ku hevalên me bi vê keda xwe deriyê siyaseta demokratîk vekirin. Di vê keda ku 50 sal in Tevgera Azadiyê daye meşandin de, em ê heta ji destê me bê mezin bikin. Heta ku em statuya xwe bi dest bixin em ê têbikoşin.”

‘Ji bo me jî peyamên Rêber Apo esas in’

Piştre Keskîn Bayindir axivî û anî ziman ku ew çiqas qala şehîdan bikin jî dê dîsa têr neke û got: “Tişta ku em ji bîr nekin divê em nirxên wan mezin bikin. Lê wekî em dizanin Kurd li her dera cîhanê hatine naskirin. Wekî ku me dît beriya çend rojan jî peyama Rêber Apo ya ji bo şehîdan û têkoşîna me hate parvekirin. Wekî ku her tim dayîkên me qîr dikin û em jî dibêjin; ‘Ew ê têkoşîna me li ser azadiya gelê Kurd be.’ Ji bo me jî peyamên Rêber Apo esas in û em ê li ser berdewam bikin. Niha gelê Kurd êdî li benda qanûnan e. Divê êdî ew qanûn bikevin pratîkê. Divê ku êdî Kurd û dostên Kurdan bi vê qanûnê bawer bin û ev mesele ne bi şer û ne jî bi kuştin bê çareserkirin. Îro ev pêvajoya ku heta niha nehatibe hilweşandin û xeranebûbe, bi saya Rêber Apo û Tevgera Kurd e. Ev pêvajo bi hesasiyeke baş û mezin heta niha anîne vê qonaxa hanê. Lê dijî pêvajoya heyî û nirxên me dijminatiyên ku qet me ne bihîstibe jî hene. Em bi armanc in ku têkoşîna 46 salî ya ku bi bedelên giran hatine dayîn, em derbasî qonaxeke nû bikin. Em zanin ku ev pêvajo hesabên gelek kesan ên xêrnexwaz xerab dike. Em zanin ku ev pêvajo û stratejiya me ya nû dê hesabên gelek kesên nebaş xera bike.”

‘Aqil û mîmarê vê yekê jî Rêber Apo ye’

Bayindir bi lêv kir ku ew kesên ku dixwazin pêvajoyê xerab bikin wê bi ser nekevin û wiha bi dawî kir: “Roj bi roj dem bi dem em ê kevirê vê pêvajoyê bidin rûniştandin. Ne bi tenê li bakurê Kurdistanê dê li hemû herêmê bê rûniştandin. Gelê Kurd dev ji statu, çand, ziman û têkoşîna xwe bernedaye û ji her demê bêhtir mezin dike. Ji bo vê em li her derî xwe nû dikin û bi rêxistin dikin. Niha di nava gelê Kurd û tevgerên ku li Kurdistanê ne, nermbûyînek heye. Mirad û mexsedê gelê Kurd ji dîrokê heta îro dibêjin, bila Kurd yek bin. Aqil û mîmarê vê yekê jî Rêber Apo ye. Li dinyayê Rêberekî navdar e û di dilan de bi cih bûye. Di avahiya herî pîroz de cihê xwe avakiriye. Ger ku pêvajoyeke rast be, ne avahiya li Îmraliyê azadiya Rêber Apo ji bo me pêwîste. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em rêxistina xwe bajar bi bajar mezin dikin û nû dikin.”

Celîle Yildiz û Ridvan Erzîk weke hevserokên nû yên DBPa Êlihê hatin hilbijartin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

19 ÎLON 2026
Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

19 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Odeya Bijîşkan a Amedê pirtûka ‘Anamneza Giştî’ da nasîn

Odeya Bijîşkan a Amedê pirtûka ‘Anamneza Giştî’ da nasîn

19 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne