• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji şaredariya Peyasê bernameya helbestan û dengbêjiyê

Amed /AW

19 SIBAT 2025 - 09:48
Kategorî: ROJANE
A A
Meclîsa Jinan a Peyasê û Gerînendehiya Polîtîkaya Jinan, li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya Şaredariyê Peyasê, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cînanê gotûbêj, helbestxwendin û destnîşana pirtûkan bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê” li dar xist.

Meclisa Jinan a Peyasê û Gerînendehiya Polîtîkaya Jinan bi hevre li Pirtûkxaneya Arjen Arî ya Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASEDê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê, bi navê ‘Deng û Dîwan’ panel û dîwana dengbêjan bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li dar xistin.

Li Pirtûkxaneya hilberînên jinan çalakiya yekem

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cînanê li Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê cara yekemîn li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan bernameyek li dar xist. Bernameya ku hate li dar xistin, bi moderatoriya Dîlan Guvenç, wek axaftvan û panelîst jî Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî beşdar bûn. Di bernameyê de Hevşaredar Peyasê Bêrîvan Gulşen Şîncar û gelek jin amade bûn. Penelîst û nivîskarên jin Leyla Saraç û Herdem Merwanî, di gotûbêjê de ya ku di çarçoveya bernameyê de hate lidarxistin, li ser girîngiya nivîsandina bi zimanê zikmakî, wêje wekî qadeke berxwedanê çawa teşe digire û dijwariyên derdikevin ber jinên nivîskar hate sekinandin. Di bernameyê de bal li ser hêza wêje û ziman ku nasnameya gelekî çawa didin jiyîn û careke din qala girîngiya afirandina bi zimanê zikmakî hate kirin û sekinîn. Eleqedariya ji bo bernameyê gelekî zêde bû. Di bernameyê de panelîst û nivîskarên jin ji dîwanên xwe helbest xwendin û ji beşdaran re pirtûkên xwe îmze kirin.

Di panelê de hêza “Deng û Dîwanê”

Gerînendetiya me ya Çandê û Karên Civakî di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de li Pirtûkxaneya Arjen Arî bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASEDê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê bernameya ‘Deng û Dîwanê’ li dar xist. Di bernameya bi moderatoriya Berîvan Matyar ve Serwet Denîz, Weysî Varlî weke panelîst û axaftvan beşdar bûn û dengbêj Hediye û Emere Entaxî dîwan li dar xistin. Li Pirtûkxaneya Arjen Arjî bi wêneyê Arjen Arî salona ku bername lê hat darxistin hatibû xemilandin. Bername bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, gelek nivîskar û xwendekarên Pirtûkxaneya Arjen Arî têr û tijî bûbû.
Destpêka bernameyê moderator Bêrîvan Matyar diyar kir û panelîst û dengbêj yeko yeko bi beşdaran da nasîn. Pê re bal kişand ser giringiya xebatê û wiha got: “Heta nûha ji derveyî saziyên civakî piştî 8 salan cara yekemîn e bernameyek e wiha têr û tijî ji aliyê saziyek e fermî tê li dar xistin. Em jî cihê kêfxweşiyê ye. Ez bawer in xebatên wiha giranbûha wê ji nûha pê ve jî bibe yek ji xebatên gerînendehiya Şaredariyê.”

Xebatên ji bo parastin û pêşvebirina ziman wê ji niha şûnde jî xurttir bidome

Nivîskar û panelîst Servet Deniz destpêkê axivî û bal kişand ser girîngiya dengbejiyê. Denîz anî ziman ku dengbejên di nava civakê de pîvanên exlaqî diyar kirine û wiha got: “Bi mûnaebeta 21ê Sibatê îro em li hev civiyan e û em pirsgirêkên zimanî tînin ziman. Gerek her rojan em bikin rojên ziman û li ser pisrgirêkên zimanî bisekinin. Lê ji ber ku dîwana dengbêjan li dar dikeve, ez ê bala guhdarvan û xwîneran bikişînim ser vî qalibî. Dengbêjî û aliyê dengbêjiyê ya civakî. Dengbêjan tiştên çewt û rast ji civakê re ragihandiye. Ji gotinê ber bi nivîsînê ve çûye. Dengbêj ji bo dengê xwe yê xweş bidin bihîstin ne tenê guh didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin. Erk û mîsyona ku gelek sazî nuha pêk tînin, ji aliyê dengbejan ve ku ji bûyer, qewmîn û pirsgirêkên civakî ên wek şer, aştî, pirsgirêkên navxweyî ku çawa hîn bûne, bi rêya klaman ji me re anîne ziman û heta roja îroyîn hatiye. Mînaka Evdalê Zeynikê mînakek sereke ye ku mirov baş bala xwe bidê, tê digihê ku berî Evdalê Zeynikê rastî tu dengbêjan nayê…”

Piştre muzîkologê kurd Weysî Varlî mafê axaftinê girt û dîrok û ruhê muzîka kurdî vegot. Varlî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi mûnasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ez jî vê bernameya we ya têr û tijî pîroz dikim û kêfxweşiya xwe tînim ziman. Dixwazim li ser pergala muzîka kurdî bisekinim ku ji sumeriyan hatiye. Her miletî navekî xwe lê kiriye û ew deng ji herêman ve pêk tê û hatiye afirandin. Qalib li gor vê hatiye rûniştandin. Muzîk dengê wêneyan û civakê ye. Di kurdî de muzîk ji klam, stran, zêmarê pêk tê. Ev jî di hundir xwe de çar sernavan hildigire; ked, heyecan, şer û xemgînî. Bi piranî li ser van çar navan jinan rola xwe baş lîstiye. Di serdema Ûrartûyan û Hûriyan de dengbejên herî mezin jin bûn. Heta em dikarin bêjin jinên Kurd bûn.”

Piştî van axaftinan panel bi pirsîna pirsan û bersivdayina bersivan bi dawî bû û dewrî dîwana dengjêyan kir. Dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî bi klamên xwe şevbihêrkek bêhempa li dar xistin û bernamey bi dawî kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne