Hasan Atîlla Ugur ê ku bi kuştina 22 welatiyên Kurd û weke berpirsê JÎTEMa Qoserê tê naskirin, di çarçoveya lêpirsîna mirina endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglû de hate binçavkirin.
Endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglu di sala 2011an de li Girtîgeha Marmarayê jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê derbarê mirina Kozînoglû de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derbarê 4 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di nav kesên ku biryara binçavkirinê derbarê wan de hatiye dayîn de Hasan Atîlla Ugur jî heye.
Hasan Atîlla Ugur ji kuştina 22 welatiyên Kurd, weke berpirsê JÎTEMa Qoserê û şewitandin û valakirina gundên Kurdan tê naskirin.
Atîlla Ugur ji Kibrisê dema ku vegeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin. Atîll Ugur ji bo karûbarên îfadeyan birin Fermandariya Cendermeyan a Maslakê.









