• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Girtî Ozgur Sevîm: Ji ber ava zengarî em nexweş dikevin

Firat Tûnç / AW

19 SIBAT 2025 - 08:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Girtî Ozgur Sevîm ê ku li Girtigeha Kirşehîrê dimîne dîsa bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku pirsgirêkên girtîgehê ku 22ê Çileyê 2025an parve kirîbû nehatine çareserikirin û got: “Ava vexwarinê hê jî zengarî diherike û ji ber ava zengarî em hemû nexwaş dikevin.”

Ozgur Sevîm di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de, 31ê Gulana 2016an hat binçavkirin û girtin. Dadgeha Cezayên Giran a 4emîn a Mêrdînê bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekpareya dewletê”, “kuştina bi zanebûn”, “zirardayina malê cemaweriyê” û “madeyên talûke bêyî destûrê li cem xwe girtiye” cezayê muebeta girankirî û 15 sal ceza lê birîbû. Ceza di 11ê Cotmeha 2022yan de ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin.
Ozgur Sevîm niha li Girtigeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Ozgur Sevîm 22ê Çileya 2025an de bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî bû û bal kişand bû binpêkirinen mafên ku Girtîgeha Kirşehîrê tên kirin.

‘Îdare guh xwe girtî ye’

Girtî Ozgur Sevîm îro dîsa bi rêya telefonê ve bi malbata xwe re axivî û bal kişand li ser binpêkirina mafan. Dayika Ozgur Sevim, Behiye Sevîm têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku îdareya Girtîgeha Kirşehîrê guhê xwe li hemberî daxwazên girtiyan girtî ye û nêzîkatiya kêfî ya girtîgehê li hemberî girtiyan berdewam dike û got: “Kurê min geriya û dîsa got ku pirsgirêkên 22ê Çileya 2025an me parve kirin, nehatine çareserkirin û îdare dîsa bi kêfî nêzîkî me dibe. Ava vexwarinê hê jî zengarî diherike û ji ber vexwarina avê em hemû nexwaş dikevin.”

‘Îdare tiştên ji derve tên bi kêfî nade girtiyan’

Behiye Sevîm da zanîn ku tiştên ku ji kurê xwe re dişîne rêveberiya girtîgehê nade wan û wiha got: “Ev demeke dirêje kurê min cilan xwestibûn û min jê re cil şandibûn. Lê kurê min telefon kir û ji min re got ‘îdare wan cilan bi awayek kêfî nade me û dibêjin biçin kantîna girtigehê bikirin. Tiştên vir biha ne pênc qatên derve difiroşin me. Îdare nêzîkatiyeke pirr kêfî nîşanî me dide û em vê rewşa kêfî qebûl nakin. Heke pirsgirêkên av ê neyê çareserkirin em ê hemû nexwaş bikevin. Êdî ji niha şûn ve li vir çi bê serê min û hevalên min îdareya Girtîgeha Kirşehîrê perpirsiyar e’.”

Behiye Sevîm diyar kir ku ji bo mafên binpêkirinê dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Malbatên Girtiyan bidin û got: “Divê demildest ev pirsgirêk bên çareserkirin. Êdî tu tehamula me nemaye û zarokên me hemû ji ber nêzîkatiya kêfî nexwaş dikevin.”

Dayika Ozgur Sevîm têkildarî binpêkirina mafên girtiyan 22ê Çileya 2025an de Ajansa Welat re axivî bû û wiha gotibû: “Mudiriyeta Girtîgeha Kirşehîrê Muameleya kêfî li zarokên me dike û dema ku zarokê me binpêkirinê mafan protesto dikin jî cezayên disîplînê wan dibirin û mafê hevdîtina malbatê qedexe dikin.”

Ozgur Sevim 22ê Çilya 2025an de bi malbata xwe re ragihandibû ku ava girtigehê nayê vexwarin û gotûbû: “Ava zengarî didin me, em nikarin avê vexwin û yê ku vê avê vexwe jî nikare mehekê li vir bijî. Ava ku em cilên xwe pê dişon jî zengerî ye. Tu paqijî ya girtîgehê nîn e û mirov nikare di nav van şert û mercan de bijî. Dema ku em van pirsgirêkan bi îdareyê re parve dikin, îdare cezayê disiplînê li me dibire”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne