• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÎLON 2026 - 20:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
TJA, partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl yên demokratîk û rêxistinên jinan bi boneye 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li gelek navendan daxuyaniyên nerazîbûnê li dar xistin û gotin: “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinan rewestînin.” 

Jina Kurd Jîna Emînî, di 12yê Îlona 2022yan de li Tehranê ji ber ku pora wê xuya dikir ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di 16ê Îlonê de jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest da. Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, saziyên ked û demokrasiyê yên sivîl saziyên jinan li gelek navendan bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî daxuyanî dan.

Manîsa

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Manisayê, bi boneya salvegera kuştina Jîna Emînî li ber avahiya  DEM Partiyê ya Turgutluyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo azadiya xwe em li Îranê, Tirkiyeyê û li her derî li ser xwe bin”, “Em ê bibin serhildana Jînayê” hatin vekirin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî piştgiriya jinan” û “Bijî berxwedana me ya zindanan” hatin berzkirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Zubeyde Tarlabolen ve hat xwendin. Zubeyde Tarlabolen diyar kir ku ew serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji Tehranê bilind bû û jinên li çar aliyên cîhanê anî gel hev, silav dikin û bal kişand ser protestoyên di şexsê Jîna Emînî de pêş ketine û got: “Li Îranê bi sedan jin hatin binçavkirin, girtin û bi dehan kes bi îdamê hatin darizandin. Lê belê îradeya azadiyê û serhildana jinan nehat tepisandin. Em ê piştevaniya jinan a ku sînoran derbas dike mezin bikin, em ê jiyanê biparêzin û ji bo cîhaneke azad û wekhev em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me Jîna Emînî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Jin, jiyan, azadî.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Îzmîr

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û TJAyê, bi boneya salvegera çaremîn a kuştina Jîna Emînî li ber Îskeleya Konakê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya ku ji porê jinan pêk tê, dê patriyarkayê û sêdarê hilweşîne” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî piştevaniya jinan” berz kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Dîlan Yılmaz ve hat xwendin.

‘Jin azad nebe civak azad nabe’

Dîlan Yilmaz diyar kir ku desthilata ku li ser bedena jinan tê avakirin, neynika desthilata ku li ser civakê tê avakirin e û wiha got: “Li kîjan qunca cîhanê bibe bila bibe, jin rastî heman mantiqê desthilatê yê bi awayên cuda tên: Kontrolkirina bedenê, kedxwarina kedê, dûrxistina ji siyasetê, rewaşandina tundiyê, barkirina barê şer a li ser milê jinan û wekî gef dîtina hêza rêxistinkirî ya jinan. Ji ber vê yekê ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê gotineke berxwedanê ye; perspektîfeeke azadiyê ye ku nîşan dide li dijî serdestiya mêran jiyaneke nû ya civakî pêkan e. Em vê perspektîfê ne tenê wekî parastina jinan a ji tundiyê, her wiha wekî parastina avabûna nîzamakeke civakî û siyasî ya ku dikare jiyana xwe diyar bike, dibînin. Em azadiya jinan datînin navenda demokratîkbûna civakê. Ji ber ku jin azad nebe civak azad nabe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jîna Emînî nemir e” bi dawî bû.

Amed

Platforma Jinan a Dîcle Amedê û TJAyê, bi boneya 4emîn salvegera çalakiyên “Jin Jiyan Azadî” yên ku bi kuştina Jîna Emînî re dest pê kiribûn, li Parka Rojava ya Peyasê ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku gelek jin tevlibûn de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat vekirin.

Hevseroka DKAPê Bahar Peker daxuyaniya çapemeniyê xwend. Bahar Peker bal kişand ser polîtîkayên zext, îşkence, girtin û darvekirinê yên rejîmên Îranê û got: “Rejîma zordar a ku Jîna kuşt, îro jî rojnamevanên jin, parêzvanên mafên mirovan û pêşengên têkoşîna Jin Jiyan Azadî dimeşînin dike hedef. Bi taybetî rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û gelek jin, îro jî hêj di hedefa van êrîşan de ne. Gelek jinên ku parêzvanên şoreşa Jin Jiyan Azadî kirine, bi tundûtûjî û îşkenceyê hatine binçavkirin, bi darvekirinê hatine darizandin û rastî zextên giran hatine.”

Bahar Peker axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serhildana jinan a ku roja Jîna hat kuştin li Îranê û li çar aliyên cîhanê bilind bû, li dora felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bû yek û mezin bû. Ev serhildan; bi têkoşîna jinan a enternasyonel a ku ji Îranê heta Sûriyeyê, ji Filistînê heta Efxanistanê dirêj dibe, li dijî serdestiya mêr, tundûtûjî, kedxwarî û şeran, mezinbûna têkoşîna civakek azad, wekhev û demokratîk didomîne. Em, bi baweriya bi hêza xwe ya rêxistinkirî û hêza veguherîner a têkoşîna xwe ya hevpar, wê li her derê ku em lê ne li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî bibin yek.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna “Jin Jiyan Azadî” bûye îfadeya hevpar a daxwaza azadî û jiyana bi rûmet a jinan. Halîde Turkoglu têkoşîna jinên Rojhilat û Îranê silav kir û got: “Em ji Amedê bi evîn û rêzdarî jinên ku dev ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bernadin û ji bo jiyana xwe û jiyaneke bi rûmet têdikoşin, silav dikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Jin Jiyan Azadî, ne tenê xilasbûna ji mirinê, felsefeya parastina awayê jiyana me ye. Jin, ciwan, xizan, kurd, belûç, fars û azerî li dijî zextan li kolanan bi qîrîna ‘Jin Jiyan Azadî’ hêrs û berxwedana xwe nîşan dan.”

Êlih

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî salvegera kuştina Jîna Emînî li pêşiya avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê daxuyanî dan çapemeneyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên partiye siyasî yên bajêr, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek rêveberên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Kesên ku tev li çalakiyê bûn bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Pankarta “Em ê bi serhildana Jin Jiyan Azadî bibin dengê Jîna” û “Em ê darvekirinan bisekinînin” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Aktîvîsta TJAyê Ferah Nemcîk ve hate xwendin.

Agirî

Hêzên girêdayî rejîma Îranê di 12yê Îlona 2022yan de Jîna Emînî binçav kir û piştre qetil kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li Kolana Cumhuriyetê ya Agiriyê daxuyanî Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinan rawestînin” hat vekirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê berdevka TJAyê ya Agiriyê Dîlan Başboga ve hat xwendin. Dîlan Başboga da zanîn ku ew ê têkoşîna azadiya ya jinan mezintir bikin. Çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

1 MIJDAR 2026
2yemîn Mîhrîcana Govendê bi coşek mezin dawî bû

2yemîn Mîhrîcana Govendê bi coşek mezin dawî bû

1 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

1 MIJDAR 2026
Konferansa jinan bi dawî bû: An aştî an neman

Konferansa jinan bi dawî bû: An aştî an neman

1 MIJDAR 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026
Delîl Dîlanar li Wanê konser da: Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Delîl Dîlanar li Wanê konser da: Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

1 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne