Wan – Qetilkirina Jîna Emînî ne bûyereke tesadûfî bû, ew encama rasterast a polîtîkayên 43 salan ên redkirina nasnameya Kurdî, zexta li ser jinan û qeyranên civakî bû. Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî kuştina Jîna Emînî rû da, li hemû cîhanê belav bû û veguherî manîfestoya azadiya jinan.
Jina Kurd Jîna Emînî, di 12yê Îlona 2022yan de li Tehranê ji ber ku pora wê xuya dikir ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di 16ê Îlonê de jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer ne rûdaneke tesadûfî yan jî ji rêzê bû, rasterast girêdayî pergala Rejîma Îslamî ya Îranê bû. 43 salên dawî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, înkara jinan, redkirina nasnameya Kurdî û kûrbûna qeyranên civakî hemû sedemên kuştina Jîna Emînî bûn.
Avabûna Beşa Polîsên ‘Exlaqê’

Piştî Şoreşa 1979an, mafên jinan bûn armanca rasterast a rejîmê û di 1983yan de yasaya “Hîcaba Mecbûrî (Porgirtina neçarî)” ket meriyetê. Bi vê qanûnê re ji bo jinên ji 9 saliyê mezintir cezayê darê (lêdana bi darê) û girtîgehê hat sepandin. Di salên 2000î de saziya polîsên exlaqê (Gasht-e Ershad) hat avakirin û bi taybetî ji sala 2021an û vir ve zextên li kolanan gihiştin asta herî jor. Jîna Emînî jî di bin siya van polîtîkayên zayendperest de hat armancgirtin.
Piştperdeya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’
Di heman demê de, vê pêvajoyê rûyê polîtîkayên etnîkî yên dewletê jî derxist holê. Jîna, jineke Kurd a ji Seqizê bû, rejîma ku bi salan zimanê Kurdî qedexe kiribû, navê wê weke “Mehsa” di nasnamê de nivîsandibû. Her wiha bajarên Kurdistanê di warê aborî de hatin paşguhkirin û ciwan hatin neçarkirin ku berê xwe bidin kolberiyê. Ev cudakarî bi krîza aborî, enflasyona bilind û xizaniya ku ji sedî 60, civak kir yek û hêrsa ku salan kom bibû di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de teqiya.
Zêdetirî 551 çalakvanan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan, di çalakî û serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ de zêdetirî 551 çalakvanan jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de 68 zarok û 49 jî jin bûn. Tenê di ‘Kaniya Sor’ a Zahedanê de zêdetirî 90 Belûc hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 22 hezar kes hatin girtin, bi dehan ciwan hatin darvekirin û bi hezaran xwendevan li dibistanan rastî êrîşên gaza îsotê hatin.
Jinan serî netewand
Tevî hemû rêbazên tund û sepana “Plana Ronahiyê (Plan-e Noor)”, jinên li bajarên mîna Tehran, Tebriz û li seranserê Rojhilatê Kurdistanê bi redkirina hîcabê çalakiyên xwe (îtaatsiziya sivîl) didomînin. Rêjeya nizm a beşdarbûna hilbijartinan jî nîşan da ku desthilatdariyê meşrûiyeta xwe ya civakî bi temamî winda kiriye.
Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguheriye manîfestoya azadiya jinan

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku koka wê dispêre felsefeya Tevgera Azadiya Jinên Kurd, îro ji sînoran derbas bûye û li cîhanê wekî manîfestoya azadiya jinan û têkoşîna li dijî desthilatdariya baviksalar tê qebûlkirin. Berxwedan ji çalakiyên kolanê veguhastiye rêxistinkirineke civakî û îtaatsiziyeke domdar ku rêya paşvekişînê ji bo wê nemaye.













