• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Neslîhan Şedal: Em ê li dijî dagirkeran nasnameya bajarê xwe biparêzin

Wan /AW

18 SIBAT 2025 - 18:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di çalakiya li dijî qeyûm de got: “Em kurd in û ser bilind in. Ev ax axa me ye û zimanê me kurdî ye û em ê li dijî dagirker û qeyûman zimanê xwe, nasnameya xwe, çanda xwe û bajarê xwe biparêzin.”

Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên “qeyûm ê diz, ji Kurdistanê here”, “qeyûm wê biçin, gel wê bê” û “gelê Wanê li vir e, li cem vîna xwe ye” berz kirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên Konfederasyona Sendîqeya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî piştgirî dan çalakiyê. Ewilî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya axivî û diyar kir ku ew ji bo aştiyê her tim amade ne.

Li ser navê TJAyê Rojbîn Bor jî berxwedana gelê Wanê silav kir û got: “Dîrokeke xwînrêj li vir tê nivîsandin û em şahidiya wê dîrokê dikin. Divê kesên ku van êrîşan pêk tînin bizanin ku me serê xwe netewandiya û cong nedanaye. Bi tayînkirina qeyûman we çi qezenc kir? Ev gel çi dibêje? Bekir Kaya rûmeta me ye, Abdullah Zeydan rûmeta me ye, Neslihan Şedal rûmeta me ye. Ji bo qeyûm çi dibêjin? Qeyûm diz û talankar e. Dîrok wê qeyûman weke diz û talanker binivîse û wê polîsên ku li kolanan îşkence kirine jî binivîsîne.”

‘Gelên Tirkiyeyê bê çare nînin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî axivî û diyar kir ku gelê Wanê tevî îşkenceyê jî li kolanan li ber xwe didin. Abdullah Zeydan anî ziman ku kesên ku rê li ber tayînkirina qeyûm vekirî û piştgirî dayî, li kolanan bi îşkenceyê gelê Wanê binçavdikin û got: “Ev kes di heman demê de êrîşî dayikên me, hilbijêrên me, parlementerên me jî dikin. Provakator û paramîlîterên ku bi hêviyên gel dilîzin, hêviya aştiyê ya herî biçûk jî dikujin. Bi sebra gelê Kurd nelîzin û dawî li êrîşên li ser vîna vî gel bînin. Walî dîsa vîna gel desteser dike û fermana îşkenceyê dide. Wê gel bersiva we dîsa bide we. Wê Tirkiye rojekê teqez bigihije demokrasiyê. Gelên Tirkiyeyê bêçare nînin. Gelê ku di sala 2002yan de AKP kirine desthilat, wê tekoşîna xwe ya li hemberî bêedaletî û nelirêtiyan bide. Ew kesên ku ji wê rojê ve suc dikin, wê li ber daraza xweser hesap jî bidin. Em spasiya gelê dikin ku piştgiriyek wiha
mezin û coş dan me.”

‘Em kurd in û serbilind in’

Hevşaredar Neslîhan Şedal jî çend gotin kirin û diyar kir ku kesên şaredarî dagir kirin, divê ji laçikên dayikan şerm bikin. Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku dagirker bê şerm in û wiha got: “Îro vîna gelê Kurd desteser kirin, lê di esasê xwe de dixwazin Kurdan tune bikin. Em Kurd in û ser bilind in, ev ax axa me ye û zimanê me Kurdî ye. Em ê li dijî dagirker û qeyûman zimanê xwe, nasnameya xwe, çanda xwe û bajarê xwe biparêzin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne