• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tuncer Bakirhan: Desthilatdarî diyalogê sabote dike

Navenda Nûçeyan /AW

18 SIBAT 2025 - 16:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna koma DEM Partiyê de anî ziman ku desthilatdariya AKPê bi êrîşên dagirkeriyê, qeyûm û zextê hewldanên ji bo danûstandin û diyalogê sabote dike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de, mijarên di rojevê de ne nirxand. Tuncer Bakirhan bi wesîleya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser astengî, zext û qedexeyên li ser kurdî û got: “Her ziman bedew e, rengek e, hebûnek e. Em jî dibêjin zimanê me, Kurdî rûmeta me ye. Îro hem îradeya me hem jî zimanê me înkar dikin. Sîstema qeyûm dijminatî ye.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser xizmetên şaredariyên DEM Partiyê yên ji bo zimanê dayikê û got: “Saziyên çand û ziman ên ku şaredariyên me ava kirine, têne girtin. Welê lê hatiye ku lêpirsîn li tabelayên bi zimanê cuda tê vekirin.”

Bakirhan destnîşan kir ku îradeya gel a li Wanê desteser kirine û wiha axivî: “3 car in îradeya gelê Wanê desteser dikin. Desthilatdariya AKPê baş zane ku cihên winda kiriye nikare di hilbijartinê de bi dest bixe. Baş e ku êdî di xewna xwe de jî nikare Wanê bi dest bixe. Lewma bi lîstikan û bi darbeyan hewl dide vê îradeyê bi dest bixe.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser desteserkirina şaredariya Wanê û wiha berdewam kir: “Desthilatdariya AKPê sabotajê li hewldanên danûstandin û diyalogê dike. Ji Wanê heta bi Tişrînê û operasyonên heyî yên li hemberî HDKê, aqlekî welê heye ku dixwaze hêviya aştiyê ji holê rake. Civak di 15ê Sibatê de li benda banga ji Birêz Abdullah Ocalan bû; lê desthilatdariyê bi nêzîkatiya xwe ya ku di neçareseriyê de israr dike, peyam da civakê. Em li benda bangê bûn, lê wan bi qeyûm peyam dan.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan işaret bi hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo kir û got, “Dibêje, werin em hesabên teng ên berê, şer û dijminatiyê êdî bidin aliyekî. Em jî piştgiriYê didin vê paradîgmaya Birêz Ocalan, li gel wê ne û heta dawiyê pê bawer in.”

Niqaşên li ser çareseriyê hinekan aciz dike

Tuncer Bakirhan diyar kir ku nîqaşên li ser çareseriyê yên piştî 1ê cotmehê destpê kirin hinekan gelekî aciz dike û wiha lê zêde kir: “Lê belê ez ê dilê wan îro bihêlim, agahiyeke min a nebaş ji bo wan heye. Çend roj berê PKK’ê daxuyaniyeke gelekî girîng kir. PKK got: Li ser bingeha azadiya Kurdan, ew ê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê helwestê nîşan bide. Diyar kirin ku armanceke wan a ji bo parçekirina welêt, hilweşandina dewletê nîne, fikarên bi vî rengî ne di cih de ne. Ev daxuyanî gelekî girîng bû. Aliyê Kurd, hema bibêje hemû pêkhateyên tevgera Kurd ragihandin ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoya Birêz Ocalan û pê re ne.”

Berf diçe ax dimîne

Tuncer Bakirhan, da zanîn ku ew bi biryar in ku aştiyê biparêzin, jiyana wekhev û azad a gelan pêk bînin, vî welatî ne bi tirsê lê bi hêviyê bi rê ve bibin û wiha bi dawî kir: “Em bi biryar in ku vê têkoşînê bimeşînin” û axaftina xwe bi zimanê Kurdî qedand: “Me bi Kurdî destpê kir, em bi Kurdî biqedînin. Berê gotinek hebû; digot berf diçe ax dimîne. Ew ê herin, em ax in em ê bimînin. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Serketin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne