• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şervanekî Tûgaya Hesekê hat kuştin

    Însiyetîfa Gel a Rojava: Divê encamên lêpirsînê ji gel re werin aşkerekirin û sûcdar bên darizandin

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şervanekî Tûgaya Hesekê hat kuştin

    Însiyetîfa Gel a Rojava: Divê encamên lêpirsînê ji gel re werin aşkerekirin û sûcdar bên darizandin

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Veguherîna Demokratîk: Ji nirxê jiyanê girîngtir çi heye?

Îzmîr / AW

12 ÎLON 2026 - 16:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa bi navê “Di sedsala duyemîn de veguherîna demokratîk a komar û civakê” ku li Îzmîrê tê lidarxistin dest pê kir. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser pêvajoyê pevçûnê û wiha got: “Heke jiyan nirxê herî pîroz be, ji vê girîngtir tiştekî din heye?

Konferansa ku ji aliyê Komeleya Dikana Civaknasiyê, Forûma Aştiyê ya Îzmîrê, Forûma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) û 27 bangkeran ve hat organîzekirin, li Baroya Îzmîrê pêk hat. Konferans bi axaftina civaknas Ferhat Kentel û Turkan Aslan Agaç dest pê kir.

Konferans bi rûniştina bi sernavê “Ji Sedsala 1emîn Ber bi Sedsala 2emîn Ve Berdewamiya Otorîter a Komarê û 12ê Îlonê” dest pê kir. Destpêke Moderatorê rûniştinê Akin Bîrdal wiha got: “Tenê bi bêdengbûna çekan, demokratîkbûnê pêk nayê. Tirkiye xwedî dîrokeke 103 salî ya tawanbar e; ji bilî nêrîna yekparêz a Îttihatçiyan, sûîqestên siyasî û komkujiyan, her kesî wekî ‘yê din’ dîtine. Îro sala 46an a derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ye. 46 sal in ku mafên mirovan, edalet û azadî hatine rawestandin. Em difikirin ku ev civîn dê tevkariyê li rûbirûbûna bi derbe û otorîterbûnê re bike.”

Serdema krîzên piralî

Prof. Dr. Aslihan Aykaç axivî û destnîşan kir ku serdema 12ê Îlonê serdemek bû ku tevgera derbeyê bi rêya mînakên wekî Tirkiye û Şîliyê xwedî rewayiyeke navneteweyî bû û diyar kir ku derbeya 12ê Îlonê pêngavek bû ku ji nebûna demokratîkbûna Tirkiyeyeyê welidî û got: ” Îro jî krîza demokrasiyê jî tê jiyîn. Gelo demokrasi tenê ji tevlêbûna hilbijartinan pêk tê? Û ya dawî jî krîzek jîngehê heye. Gava ev hemû krîzan bên cem hev, bêewlehî derdikeve holê. Em ê xwe ji nava vê rewşê rizgar bikin. Li cîhanê rastgirên tund bilind dibin. Em vê yekê li welatên wekî Almanya, Îtalya, Îngiltere û Hollandayê dibînin.”

Aslihan Aykaç pirsî “Gelo çima 19ê Adarê pêk hat?” kir û axaftina wiha domand: “Heya hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an AKPê her dem bûbû partiya yekemîn, di van hilbijartinê de cara ewil li paş ma. Beriya hilbijartinê desthilatdariya AKPê xwedî amûrên parastina pozîsyona xwe bû. Di dema hilbijartinê de hin destwerdan hatin kirin. Ji ber ku tiştên heta niha hatine kirin têr nekirin, piştî hilbijartinê jî destwerdan dest pê kirin. Em ê ji vir ber bi ku ve biçin? Gelo em ber bi cihekî bêhilbijartin ve diçin? Ji aliyê siyasî ve em ne civakek gelekî rêxistinkirî ne, ji ber vê yekê daxwazeke ku li ser desthilatdariyê zextê çêke nayê teşekirin. Ji ber vê yekê divê mirov bibin xwedî rêxistin. Divê li herêmê rêxistin bên avakirin. Demokrasî ne tiştekî wisa ye ku tenê di qada siyasetê de bixebite. Em dikarin behsa çi cureyê demokratîkbûnê di qada aborî de bikin? Tişta herî girîng a li Macarîstanê hatiye kirin ew e ku ne tenê li navenda welat, li gundan jî bi awayekî rûbirû mirov rêxistin kirine. Divê em vê yekê careke din bînin bîra xwe. Li şûna têgihiştineke demokrasiyê ya ku bi partiyên siyasî û hilbijartinê re sînorkirî ye, divê mirov pratîka demokrasiyeke rêxistinkirî ya li her deverê bixe meriyetê.”

3. Hilweşîna neolîberalîzmê

Piştre Prof. Dr. Fûnda Barbaros axivî û wiha got: “Siyasetên neolîberal pêşbînî dikin ku dewlet destwerdanê li bazarên azad neke û hemû îmkanên di destê dewletê de bi tîngirtina îdeolojiyeke diyar bi rê ve bibe. Dema em mezinbûna aborî ya li Tirkiyeyê dinêrin, sektora avahîsaziyê derdikeve pêş. Em dîsa dibînin ku tevî daxwaziya peydakirina xaniyan, buhayên xaniyan bilind dibin. Di navbera salên 1980-2025an de, di para kedkarên dahata neteweyî de ji sala 2000î ve daketineke cidî heye. Ger ev mezinbûn ne ji bo me hemûyan be, li vir newekheviyeke dahatê heye. Dema em ji sedî 10ê herî dewlemend û ji sedî 10ê herî xizan bidin ber hev, em dibînin ku ferqeke mezin heye. Di sala 2024an de para ji sedî 1ê herî dewlemend a ji giştî dahatê ji sedî 21,69 e. Para ji sedî 50ê herî xizan, yanî ya 40 milyon mirovî, ji sedî 13 e. Li gorî daneyên sala 2024an, para jinan a ji dahata kedê ji sedî 31 e. Ev nîşan dide ku jin di rewşeke bêtir dezavantaj de ne. Siyasetên neolîberal bi polîtîkayên aborî yên neolîberal hem aborî têk birin, hem zayenda civakî tehrîb kirin û hem jî hilweşîneke ekolojîk pêk anîn. Demokratîkbûn divê ji van 3 hêmanan cihê neye nirxandin.”

‘Ji aştiyê girîngtir çi heye?’

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku 22 meh in ne civak û ne jî siyaset li gorî bendewariyên wan pêş dikeve û got: “Di lêkolîna ku me di sala 2023an de kir de, me tespît kir ku hêmana bingehîn a ku nêzîkatiya li ser pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê diyar dike, helwesta partiyên siyasî ye. Li Tirkiyeyê civakek heye ku gava behsa aştiyê tê kirin dibêje ‘aştî’, gava behsa şer tê kirin dibêje ‘şer’. Paşvekişandinek di muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê de heye. Li cîhanê tu çareseriya pevçûnan tenê bi danîna çekan pêk nehatiye. Li vir divê em balê bikşînin ser wê yekê ku civaka sivîl dê çi bike. Kesên ku li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin, qîmeta tiştên ku diqewimin nizanin. Em kesên wisa ne ku 50 sal in bang dikin ‘bila çek bêdeng bibin’. Çi bû ku em dest bi sarbûna li hemberî vê fikrê kirin? 22 meh in ne leşker ne jî gerîla dimirin. Heke jiyan nirxê herî pîroz be, ji vê girîngtir tiştekî din heye? Fikarên me hene, lê divê em aştiyê biparêzin, qîmeta wê bizanin. Pêşniyarên me ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê hebin, divê em xetereyên ku tên hilgirtin analîz bikin. Em ê çawa derfetê ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên pirsgirêka kurd û demokratîkbûna komarê binirxînin? Heke em komareke nû ava bikin, divê em bi nerîneke berevajî ya felsefeya avabûnê ya komara ewil bikin. Karê me zehmet e, ne dema temaşekirina pêvajoyê ye. Heke em li gorî hewcedariya siyasetê na, lê bi hişmendiya welatbûnê pêvajoyê pêş bixin, em ê xwedî hêza bandorê bin.”

Şêwazên guherbar ên wesayetê

Akademîsyen Levent Koker ê ku serdema 1923-1960î wekî “wesayeta Kemalîst” pênase dike, wiha got: “Vasiyeta ewil heta 12ê Adarê didome. Destûra Bingehîn a 1961ê aliyekî xwe yê ku azadiyên girîng tîne heye. Lê belê kêmasiya wê ya bingehîn ew e ku ‘ji netewepertiya tirk îlhamê digire’. Netewepertiya tirk wekî norma bingehîn a komarê dibîne. Dema ku em kêfirinên di bin faşîzma 12ê Adarê de hatine kirin li ber çavan bigirin, ev yek parastina netewepertiya tirk formul dike. Alîgirên 12ê Îlonê ev yek wekî netewepertiya Ataturk formul kir. Kesên 12ê Îlonê wesayet vegerandin parêzvaniya komarê. Tebeqeya leşker û sivîl a ku li Tirkiyeyê xwe xwediyê komarê dihesiband, li dijî guherîna prensîbên damezirîner ên Komara Tirkiyeyê derketin.”

Levent Koker da zanîn ku paşê înkara komên etnîkî û bawerî yên cûda pêş ket û wiha got : “Bi destûra bingehîn a 12ê Îlonê re, pozîsyoneke di ser çînan dan dewletê. Bi salên 2000î re, rejîmeke bi vî rengî jî têra dewletê nekir. Bi sala 2014an ev veguherî rejîma serokatiyê. Rejîma îroyîn rewşa dawî ya rejîma Kemalîst e ku bi 12ê Îlonê ve hatiye guhertin. Ne hewce ye ku mirov bibe kahîn da ku bibîne wê rejîmeke pir zordar bê avakirin. Lê belê divê mirov bibîne ku bi vê pêvajoyê dikarin ji vê yekê re bibin asteng.”

Konferans bi axaftinan didome.

Etîket: Aslihan AykaçBaroya ÎzmîrêForûma Aştiyê ya ÎzmîrêForûma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR)Fûnda BarbarosHakan TahmazKomeleya Dikana CivaknasiyêKonferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komar û CivakêLevent Koker
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

27 TEBAX 2026
Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

16 HEZÎRAN 2026
Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

4 HEZÎRAN 2026
Baroya Îzmîrê: Divê rayedar ji bo Tugcenur Ozbay bikevin tevgerê

Baroya Îzmîrê: Divê rayedar ji bo Tugcenur Ozbay bikevin tevgerê

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Remzî Azîzoglu: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne