• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

    Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

    Otomatik taslak

    ‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

    Bîranîna Şehîdên Geverê bi serdanan didome

    Bîranîna Şehîdên Geverê bi serdanan didome

    Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

27 TEBAX 2026 - 14:29
Kategorî: ROJANE
A A
Baroya Îzmîrê li nexweşxaneyê çû serdana Mehmet Saît Yildirim û da zanîn ku girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim li ser nivîna nexweşxaneyê hatiye kelepçekirin û baroyê diyar kir ku tevî qedandina cezayê xwe 21 meh in tehliyekirina wî tê astengkirin û banga serbestberdana lezgîn kir.

Baroya Îzmîrê bi daxuyaniyek ragihand ku heyeta ku ji Endamê Rêveberiya Baroyê parêzer Arîf Çinar Evrîm û endamên Komîsyona Girtîgehê parêzer Fatma Demîrer û parêzer Nehîr Bîlece pêk tê, ji bo ku rewşa Mehmet Saît Yildirim li cih tespît bike serdana nexweşxaneyê kir. Di hevdîtinê de hatiye dîtîn ku Mehmet Saît Yildirim ku bi nexweşiyên KOAH, hîpertansiyon û dil-damar re têdikoşe. Di dilê wî de du stent hene. Tevî vê tabloya tenduristiyê ya giran û metirsîdar, li ser nivîna nexweşxaneyê hatiye kelepçekirin.

‘Cezayê îdamê yê li ser kaxizê hatiye rakirin, veguheriye îdameke demdirêj’

Baroyê bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha got: “Cezayê îdamê li ser kaxizê hatiye rakirin lê girtiyên nexweş bi kelepçe, bitaloqkirin û bêtedawîkirinê li girtîgehan girtîne û ev yek cezayê îdamê ya demdirêj e. Li ser nivîna nexweşxaneyê kelepçekirina girtiyekî, li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”

21 meh in tehliyekirina wî tê astengkirin

Baroyê da zanîn ku Mehmet Saît Yildirim 30 sal cezayê xwe qedandiye, lê belê bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê 21 meh in tehliyekirina wî tê astengkirin û destnîşan kir ku cihgirtina van lijneyan li şûna dadgehan û dayîna biryarên ku dibin sedema dirêjkirina cezayê kesan, bi serê xwe bêhiqûqiyeke mezin e.

‘Tehliye ne daxwaz e, erka hiqûqî ye’

Baroya Îzmîrê di dawiya daxuyaniya xwe de banga serbestberdana lezgîn kir û ev peyam da: “Ji bo parastina mafê jiyanê yê Mehmet Saît Yildirim divê demildest bê berdan; ev ne tenê daxwazek e, erka hiqûqî ye. Weke Baroya Îzmîrê em ê ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: Baroya ÎzmîrêMehmet Saît Yildirimparêzer Arîf Çinar Evrîmparêzer Fatma Demîrerparêzer Nehîr Bîlece
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

26 TEBAX 2026
Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

26 TEBAX 2026
Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

25 TEBAX 2026
Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

29 TÎRMEH 2026
Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

16 HEZÎRAN 2026
Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne