• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 00:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li dijî qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û daxwaza hesabpirsînê hatin kirin.

Li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê gel li dijî revandin û qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) meşên girseyî li dar xist.

Qamişlo

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran kes ji çerxerêya Sonî heya çerxerêya Şehîdan meşiyan. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, şermezarkirina şehîdxistina Sîpan û hesabpirsîna ji sûcdaran hatin berzkirin.

Girse li çerxerêya Şehîdan sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Îsiyatîfa Gel a Qamişloyê daxuyanî hat xwendin.

Di dauxyaniyê de hat bibîrxistin ku sûcê şehîdxistina Sîpan sûcê sêyemîn e ku di dema dawîn de hatine kirin. Hate diyarkirin hêzên ku dixwazin pêvajoya entegrasyonê bi ser nekeve û Kurd mafên xwe dewleta Sûriyeyê de bi dest nexin li pişt van sûcan in.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hin hêz ji bo pêkanîna planên xwe hewl didin istiqrarê xirab bikin, tirs û nebaweriyê di nava şêniyan de çêbikin û herêmê ber bi krîzê ve bibin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku vî sûcî ronî bike, lêkolîneke zelal  bide destpêkirin û li gorî qanûnê hesab ji sûcdaran bipirsîn. Her wiha bang li şêniyan hat kirin ku hişyar bin, hevgirtî bin, yekitiya xwe biparêzin û rê nedin tu aliyekî ku wan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bînin.

Çilaxa

Li bajarê Çilaxayê jî bi tevlêbûna şênî, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran Kurdan û endamên tevgerên jinan çalakiyek li pêşiya avahiya PYDê ya li taxa Resafayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyek bi navî Însiyatîfa Gel hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endamê însiyatîfê Feysel Hesen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de sûcê li dijî Sîpan bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin, ev sûc pîvanên mirovî û exlaqê derbas kiriye.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku lêkolîneke zelal were destpêkirin û hesab ji berpirsên vî sûcê were pirsîn. Her wiha bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên parastina ewlehiya tevahî pêkhateyên herêmê bi cih bîne, sînorekî ji belavkirina çekên li derveyî çarçoveya dewletê deyne û ji bo avakirina welatekî ewle ji bo tevahî pêkhateyên wê bixebite.

Di dawiya daxuyaniyê de provokasyon, zimanê kîndarî û fitneyê hatin redkirin û banga aştiya navxweyî û pêkanîna edaletê hat kirin.

Girkê Legê

Li bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê meşek ji qada Şehîdan heya sûka navendî hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina şehîdxistina Sîpan hatin berzkikrin.

Li sûka navendî deqeyek rêz hat girtin û bi navê Îsiyatîfa Gel a Girkê Legê daxuyaniyek ji aliyê Şehnaz Ebdo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê banga hesabpirsînê ji qatilan hat kirin û hate diyarkirin ku mîna vî sûcê dê fitneyê çêbike û aştiya navxweyî têk bibe.

Şehnaz Ebdo bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û lêkolîneke der barî vî sûcê de veke, di heman demê de hesab bipirse.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed Cemîl jî axivî û anî ziman ku  şehîd Sîpan ji bo parastina tevahî Sûriyeyan tê dikoşiya û li ser qetilkirina wî divê hesab ji sûcdaran were pirsîn.

Hesekê

Li bajarê Hesekê jî bi sedan kes ji bo şermezarkirin revandin û qetilkirina Sîpan ji çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer heya çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Mifî meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên banga pêkanîna edaletê û hesabpirsînê ji sûcdaran hatin vekirin. Her wiha dirûşmên şermezarkirina şehîdxistina Sîpan û banga yekitiyê li Kurdî hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Li vir endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Ebduxenî Oso axivî. Oso bang li hikumeta veguhêz kir ku li hemberî vê bûyerê helwesteke cidî nîşan bide û sûcdaran aşkera bike.

Oso di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gel bi salane li hemberî fitneyê sekinî û herêm ber bi aştiyê ve bir.

Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Abdullah Ilêwî jî axivî û got, gelê Sûriyeyê piştî salên dirêj ên şer û koçberiyê gihaştiye qonaxekê ku aştî û rêgirtina li ber fitneyan hewce dike. Ilêwî bang li pêkhateyên herêmê kir ku neyên lîstokan û guh nedin provokasyonan.

Tirbespiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê jî bi beşdariya şênî û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de dirûşmên bi banga hesabpirsîna ji qatilên şehîd Sîpan û pêkanîna edaletê hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî rawestiya û deqeyek rêz hat girtin. Li vir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî. Şakir xwest qatilên şehîd Sîpan werin aşkerakirin û hesab ji wan were xwestin.

Nûredîn Şakir anî ziman ku dê şopdarên rêya şehîdan bin û destkeftiyên ku bi saya wan hatin bidestxistin, mafên çandî û zimanî yên gelê Kurd biparêzin.

Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrikê jî çalakiyek li dar xist û daxwaza edalet û hesabpirsînê ji qatilan xwest.

Dirbêsiyê

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi heman armancê ji qada Jinê heya sûka navendî meşiyan. Girseya wêneyên şehîd Sîpan hildan bûn, bê navber dirûşmên şermezarkirina bûyerê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Meş li sûka navendî ya bajêr sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê daxuyaniyek hat xwendin. Endamên îsiyatîfê Rexda Şihada bi zimanê erebî û Îbrahîm Hesen bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina şehîd Sîpan hat şermezarkirin û banga edalet û hesabpirsînê ji qatilan hat kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

29 COTMEH 2026
Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

29 COTMEH 2026
‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

29 COTMEH 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne