Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel di bernameya Sterk Tv de ragihand ku heyeta DEM Partiyê dê roja duşemê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Çapemenî û Propagandayê berpirsyar Tayîp Temel di bernameyeke taybet a Sterk Tv de ragihand ku heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktên wê roja duşemê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê biçin Girava Îmraliyê. Heyet herî dawî di 2yê Tebaxê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.













