Sêrt – Malbatê şehîdan û welatiyên ku tev li bîranîna şehîdan a li Sêrtê bûne aştiyekek mayînde pêk were û wiha gotin: “Wan ji bo me ciwantiya xwe da, divê em jî xeyalên wan pêk bînin.”
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rojan e ji bo gerîleyên di dîrok û cihên cuda de şehîd ketine bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Tevî malbatan gelek rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî kes tev li bîranînan dibin. Malbatên li Sêrtê tev li bîranîna şehîdan bûne axivîn.
‘Xwediderketina şehîdan em kêfxweş kirin’
Dayika Huseyîn Ucum ê ev 33 sal in di girtîgehê de ye Halîme Ûcûmê xwest aştiyeke mayînde pêk were û got: “Em gelek kêfxweş bûn ku gelê Sêrtê malbatên şehîdan bi tenê nehiştin. Cara yekemîn e ku gel wisa li hev dicive û li şehîdan dibin xwedî. Em hêvî dikin ku êdî deriyê zindanan vebin û em bawer in ku ew ê yekîtiya me jî çêbibe. 33 sal in kurê min di zindanê de ye. Niha jî cihê wî guhertine û di qawîşa yekkesî de ye. Tevî du zarokên wî jî hene û nikarin biçin li cem wî. Bi tenê ji salê carek diçin. Em dixwazin aştiyek pêk bê.”
‘Em ê tu carî ji ya xwe neyên xwarê’
Şemsiye Acar anî ziman ku ew bi bîanînan hem kêfxweş in hem xemgîn in û wiha axivî: “Em hemû dayîkên kezek şewitî ne. Ez hem dayîka şehîd û hem jî xwişka şehîd im. Şehîdên me gelek in, yên vir jî hemû şehîdên me ne û ji bo me ferqa wan ji hev nîn e. Serê Serokatî û malbatên me sax be. Heta em sax bin em ê li pey doza şehîdên xwe bin. Heta em Serok di nava xwe de nebînin, ne azadiya me heye û ne jî dilê me rehet e. Dema ku em Serok li derve bibinin, em ê wê demê hin tiştan bawer bikin. Heta yek nuqte xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza şehîdên xwe bin. Em ê tu carî ji ya xwe neyên xwarê. Êdî hemû çavên me ji hêsirên girî û ji kezeba şewitî xera bûne. Êdî bila kezeba tu dayîkê neşewite. Ew qas can ji axê ne xuluqîne, hemû dê û bavan bi rezaletî ew mezin kirine. Hemû mirovên xizan û perîşan berê xwe didin vê rêya rast. Dîsa jî em dibêjin serê Kurdên bi şeref û bi xîret sax bin, şehîd namirin.”
‘Wan ciwaniya xwe li ser me daye’
Hediye Aktaş diyar kir ku şehîd ji gel canê xwe dane û xemgîniya xwe wiha anî ziman: “Wan ji bo ew qas tiştên bi qîmet û girîng dane. Divê em jî li wan bibin xwedî. Ez jî xwişka gerîla me, divê em her tim li pey şopa wan bin. Em zanin ku wan ji bo me têdikoşin. Ez serbestbûyîn azadiya ku em dijîn hemû jî bi dayîna têkoşîna cangoriyên Kurdistanê ye. Em ji bo wan çi bikin jî hindik e. Wan ciwaniya xwe li ser me daye, divê em jî xeyalên wan bi cih bînin û bedêl bidin.”
‘Aştî ji her tiştî çêtire’
Nacîde Aktaş bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Me azadî û serkeftin divê, em naxwazin ku kesek bê kuştin, êdî dil û canê me diêşê. Bes e bila êdî dilê dayîkan neşewite. Divê êdî aştiyek pêk bê û gerîla vegerin. Aştî ji her tiştî çêtire. Ev salek e çekên xwe şewitandine û dibêjin aştî.”
‘Ez pê serfiraz im’
Dayîka şehîd Leyla Kaçar li ser girîngiya şopdariya li pey xeyalên şehîdan sekinî û ev tişt gotin: “Ez bi hatina gelê Sêrtê gelek kêfxweş im. Şehîdên hemû Kurdan e û heta yek nuqte xwîn di laşê min de hebe ez ê li pey doza keça xwe bim. Ez dev ji doza wan bernadim. Ez dixwazim ku aştî pêk bê, ez naxwazin ku dayîk bigirîn. Em hêvî dikin ku em ê bi ser bikevin. Şehîd şehîda me hemûyan e. Ez pê serfiraz im. Dema ku çû jî pê kêfxweş bûm û dema ku şehîd jî ket pê kêfxweş im. Ferqa van şehîdan û keça min ji hev tune ye. Yên mayî jî xwedê wan biparêze.”












