Şehîdên Tevgera Azadiyê yên li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane dê sibe li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Hezex, Qileban û Elkê werin bîranîn.
Li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Elkê, Hezex û Qilebanê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê dê sibe ji bo şehîdên azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane taziye were danîn.
Taziyeya were danîn dê sibe saet 09.00an dest pê bike û 3 rojan berdewam bike. Roja 3emîn dê ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd were xwendin.
Cihên ku taziyeyê lê were danîn wiha ne;
Şirnex
Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li taxa Yeşîlyûrtê
Silopya
Mizgefta Valî Kamil Acûn a li Taxa Dîcleyê li cem Nexweşxaneya Berê
Qileban
Mala Şînê ya li taxa Şantiyeyê ya gundê Bêjuh
Hezex
Mala Şînê ya Mizgefta Konûtan a li Taxa Atakentê
Elkê
Dê ji bo cangoriya azadiyê Sozdar Abî (Jînda Feraşîn) li gundê Germavê taziye were danîn.














