Serdanên bîranîna Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ên Sêrtê ku di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine ya roja ewil bi dawî bû.
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ên Sêrtê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine, li Eywana Dawetê ya Ûgûrê ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin bibîranîn. Di bîranînê de malbatên şehîdan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bahirhan, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, nunerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê, gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî serdanan bîranînê kirin. Di bîranînê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Rêya şehîd rêya me PKK partiya me” û “Ey şehîd xwîna we li erdê namîne” hatin berzkirin.
‘Em ê li têkoşîna wan bibin xwedî’
Tûncer Bakirhan di bîranînê de axivî û got: “Şehîd ji bo jiyaneke xweş têkoşiyan û di nava me de yên herî zana û wêrek ew bûn. Kes ji wan ji bo pere û meqam neçûn canê xwe nedan. Bi tenê karê wan azadiya gelê Kurd bû. Bi tenê armanca wan rakirina zilma li ser gelê Kurd bû. Xwestin ziman, çand û hunera gelê xwe azad bikin û demokrasiyê û aştiyê bînin. Heta em jî dikaribin em ê xwestekên wan bi cih bînin. Em hêvî dikin ji niha û pê ve şehîd çênebin, heta em dikaribin bibin layiqê têkoşîna wan. Em wan ji bîr nakin û em ê xwedî li têdikoşina wan derkevin.”
Roja yekemîn a bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

















